Gerîla Bengîn Barman dibêje, li hemberî êrişên dagirker û qirker dengbêjî çandeke berxwedanê ye û bang li nifşên nû dike ku xwedî li vê çanda berxwedanê derkevin.
NECLA DEMİR / MA/ İSTANBUL
Gerîlayê HPG’ê Bengîn Barman li çiyayên Kurdistanê bi awaza xwe bûye yek ji neferên çanda dengêbêjiyê jî. Hem kilaman dibêje û hem jî dîroka gelê Kurd radigihîne.
Dengbêjî yek ji wan rêbazên çêkirina zanîn û naskirina li ser dîrok û çandê, û veguheztina agahiyê ye ku li dijî êrişên dagirkerî û qirkirinê yên li dijî gelê Kurd bi kêr hatîbûye. Niha êrişên giran ên dagirkeriya qirker ji gelek bereyan ve li dijî miletê Kurd hene. Dengbêjî ji ber wê îro jî bi erka xwe radibe. Xasma, di nava gerîlayên HPG û YJA Starê de klamên dengbêjiyê xwedî cîhekî girîng in. Ji ber vê yekê pirr tên gotin û guhdarîkirin. Di nava gerîlayan de hosteyên gotina kilaman jî hene, heta hostekar jî hene.
Ji ber ku nifşan digihîne hev
Gerîlayê HPG’ê Bengîn Barman hem klamên dengbêjiyê dibêje hem jî gelekî ji guhdarîkirina kilaman hez dike. Gerîla Bengîn dibêje; "Gelê Kurd xwedî dîrokeke pir kevnar û dewlemend e, lê ev dîrok her tim ji aliye dagirkeriyê ve hatiye tinekirin. Lê belê gelê Kurd jî bi berxwedanê bersiv daye vê yekê."
Gerîla Bengîn bi dewamî dibêje, "Heta roja îro pergala dewletê gelek zordarî li gelê Kurd kir da ku karibe çanda Kurdayetî lawaz bike û tine bike. Li dijî vê yekê gelê Kurd her tim di nava berxwedanê de çanda xwe parastiye û çanda xwezayî ji xwe re esas girtiye. Ev berxwedan, bi gelek aliyan ve hatiye meşandin, yek ji wan şêwazan jî çanda dengbêjiyê ye. Bi rêya huner xwestine jiyana xwe ya kevnar bi nifşê nû re parve bikin, ji ber vê yeke xwedan cîhekî girîng e."
Di dema şivaniyê de hîn bû
Gerîla Bengîn di nava hevalên xwe de jî her tim stranên dengbêjiyê dibêje û bi rêya van destan û çîrokên kevnar kêfa wî tê: "Ez bi bavê xwe re diçûm şivantiyê û wiha fêrî stranên dengbêjiyê bûm."
Gerîlayê HPG’ê Bengîn dibêje, "Dema ku mirov li dengbêjiyê guhdarî dike, mirov dikeve kûrahiya dîroka gelê Kurd û ev jî kêfa mirovan tîne. Ji ber ku dîroka me gelekî dewlemend e. Nexasim, dema ku kal û pîrên me kilaman dibêjin, ev yek bandoreke mezin li ser me çêdike. Divê ciwanên Kurd roja me ya îro hişyar bin, lewra dijmin ji gelek aliyan ve êrişî gelê Kurd dike bi taybetî jî êrişî ciwanan dike. Sedema êrişan jî eşkere ye; ji ber ku ciwan hêza dinamik ya civakê ne û dihêlin ku civak li ser piyan bimîne, dijmin hewl dide destpêkê li ciwanan bixe. Bêguman şêwazê êrişkirina wan jî cur be cur e. Nexasim di warê huner de êrişên giran dikin. Dijmin hewl dide ku di nava civakê de arebeskê, pop û wekî din belav bike. Bi rêya rêzefîlman û fîlman dixwaze bala ciwanan ji çanda Kurdayetî dûr bixin.
Dijmin dixwaze dengbêjî nemîne
Dixwazin ku ciwanên Kurd li ser rastiya civaka xwe û exlaqa xwe nefikirin û jê dûr bikevin. Banga me li ciwanên Kurd ew e ku hîn zêdetir çanda Kurd, hûnerê Kurd bi taybetî di warê dengbêjiyê de rast fêhm bikin û lê guhdarî bikin. Dijmin dixwaze me bixe, em jî divê ni wî nexapin. Divê em zanibin ku ti tişta dijmin bide me tine ye, ji ber vê yekê divê şerê taybet baş bê fêhmkirin. Her gaveke dijmin û helwêsta wî ji bo xistina gelê Kurd e. Em dibînin ku di roja îro de çanda dengbêjiyê ji bo gelê Kurd pirr xerîb e, ji ber vê yekê bangawaziya min, ew e ku xwedî li çanda xwe derkevin."