Bextiyar Elî: “Ez di romanên xwe de bi rêya fantaziyan dixwazim nêzî realîteyê bibim. Min di wêjeyê de ti carî baweriya xwe bi realîzma klasîk neaanî. Ji ber ku li gorî min realîte pirr tevlîhev e û tê de gelek çîrok hene.”
Mihrîcana Derbirîna Kurdî li Torinoya Îtalyayê bi beşdariya nivîskar, helbestvan, şanoger, hunermendên Kurd sê rojan pêk hat. Di nav wan mêvanan de nivîskarê Kurd Bextiyar Elî ji bo Torîno yekî naskirî bû. Romana wî ya Hinara Dawî ya Dinyayê bi îtalî par derçûbû, û bi xêra vê romana wî, xwendevanên Îtalî ew nas dikir.
Roja yekê, ango 11´ê Nîsanê, civaknas Engîn Sustam li ser “Hunera Kurdî û sînemeya hevdem: Di navbera dijwarî û liberxwedanê de” peyivî. Her wiha eynî rojê belgefilma derhêner Bulent Gunduz ê bi navê “Kurdistan Kurdistan” hat nîşandan. Piştî nîşandayîna belgefilmê li gel derhêner Gunduz gotûbêjek çêbû.
Roja piştre jî li Zanîngeha Torinoyê Kampûsa Einaudiyê, Ozlem Belçim Galip li ser “Jin di dîasporaya Kurdî de” axivî.
Paşê eynî rojê li Scuola Holdenê, Bextiyar Elî û helbeskar Fatma Savci di bernameya “Jiyanên Nivîsandî” de qala tecrûbeyên xwe yên nivîskariyê kir. Destpêkê helbestkar Fatma Savcî peyivî û got, “Wêjevan ew kes in ku rêyek dîtine ji derveyî rastiyê, jiyanê dikarin bi awayeke din vebêjin. Wêjevan ew in ku dikarin xewneke din xeyalake din pêşkeş dikin, ne ku rastiyan vedişêrin. Ne ku êşê vedişêrin, bes rêyeke din nîşan bidin û bêjin hûn dikarin di vê rêyê re jî bimeşin û bi awayeke baştir bijîn. Wêjevan xwedî vê hezê ye.”
Zimanê Kurdî wekî daristaneke tarî bû
Piştre Bextiyar Elî got, nifşê wî ji helbestê bêhtir dêhna xwe daye pexşanê û wiha peyivî: “Rewşa Iraqê helbet ji Tirkiyê cudatir bû, ji ber ku li Tirkiyeyê Kurdî timî qedexe bû, lê li Iraqê ne wek Tirkiyê bû. Piştî 1970´an li her derê Kurdistanê perwerdehiya kurdî dest pê kir. Jixwe niha kurdî zimanê dewletê ye. Lê ew nayê vê wateyê ku problemeke wan a politîk tuneye. Heta demeke li cem me Kurdî di wêjeyê de zimanê helbestê bû. Nifşê min ji bo pêxşanê întensîv kar kir, serê xwe pê êşand. Ez dikarim bêjim bi nifşê min zimanê Kurdî bû zimanê ramanî. Ji alîkî ve ez difikirim û dibêjim şansê nifşê min hebû ku bi zimanekê nayê nasîn û pê lêkolîn nehatiye kirin, nivîsand. Zimanê Kurdî wekî daristaneke tarî bû, bi gerê mirov tiştê nû kifş dikir. “
Realîzm têrî wê nedikir
Romana nivîskarê Kurd, Bextiyar Elî a bi navê ”Hinara Dawî ya Dinyayê“ bi zimanê Îtalî ji weşanê Chiarelettere par derçûbû, li Îtalyayê ji alî çapemenî û xwendevanan ve eleqayeke mezin dîtibû. Loma Bextiyar Elî ji bo xwendevanên îtalî ne nivîskarekî xerîb bû. Li wir Bextiyar Elî behsa romana xwe ya Hinara Dawî ya Dinyayê jî kir. Bextiyar Elî got, erê nivîskarên tesîrên wekî Marquez, Salman Ruşdî, Italio Calvino rêbaza realîzma efsûnî romanên xwe dinivîsandin, li ser çêbûne û wiha xeber da:”Lê ez bi xwe wekî nivîskarekî ne tenê li ser realîzma efsûnê nivîskariya xwe ava kir. Ez di romanên xwe de bi rêya fantaziyan dixwazim nêzî realîteyê bibim. Min di wêjeyê de ti carî baweriya xwe bi realîzma klasîk neaanî. Ji ber ku li gorî min realîte pirr tevlîhev e û tê de gelek çîrok hene. Ji bo ez behsa bîra xwe û ya Rojhilat bikim rêyek bo min lazim bû ku realîzmê têrî wê nedikir.”
Roja sisiyan ango şemiyê jî kargeheke şanoyî li gel Mîrza Metîn û Davide Simonetti hebû.
Eynî rojê jî li cafe Muller, Yelda Abbasî derket ser dikê stanên xwe gotin. Ganî Mîrzo û Aştî Abdo bi înstrumanên xwe kêfa guhdaran anî.
Mihrîcana Derbirîna Kurdî
Mihrîcana Derbirîna Kurdî bi serkêşiya Chalak Eventsê û bi hevkariya Acmos, RetròScena û Comitato Salvagenteyê pêk hat.
NAVENDA NÛÇEYAN