EKREM BEREKAT/ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN


Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif daxwaz ji partiyên siyasî, rêxistin, sazî û gelên herêma Bakurê Sûriyeyê kir ku berpirsyariyên welatparêzî yên ji wan tên xwestin, pêk bînin, beşdarî hilbijartinan bibin û di avakirina federaliya demokratîk de xwedî rolekî çalak bin.

Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê amadekariyên pêkanîna hilbijartinan di asta komînan de didomîne. Meclîsa Damezrêner a Sîstema Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê eşkere kir ku dê 22’yê Îlonê hilbijartinên komînan 3’yê Mijdarê hilbijartinên rêveberiyên herêmî (meclîsên gund, bajarok, navçe û kantonan) û 19`ê Çileya 2018`an hilbijartinên herêm û Kongreya Gelên Demokratîk pêk werin.

Hevseroka Meclîsa Rêveber a Fedraliya Demokratîk Foza Yûsif da zanîn ku ew naxwazin li herêmê tu partiyên siyasî yan jî rêxistin serwer bibin û wiha pê de çû: “Em di qonaxeke nû û avaker re debras dibin, lewma çiqas partî û rêxistin tevlî hilbijartinan bibin, dê ewqas pêkanîna sîstema demokratîk serkeftî be”.


Her kes dê xwedî nûner be

Foza Yûsif tekez kir ku tiştê girîng lihevanînên civîkî û siyasî ne û ji ber vê yekê wan ti bendê hilbijartinê diyar nekirine.

Her wiha Foza Yûsif dest nîşan kir ku armanca vê yekê rê li ber beşdarbûna hemû partî, pêkhate û nunerên civakê di sîstema federal de bê vekirin û her partiyek tevî ku hejmara endamên xwe kêm bin jî dê bikaribe di nava sîstema federal de xwedî nûner be.

Foza Yûsif da zanîn ku dema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojava hat îlankirin û 3 kanton hatin sazkirin, hin partiyên siyasî cihê xwe tê de negirtin û wiha bang li hemû partiyan kir: “Em niha di qonaxa avakirina federaliya demokratîk re derbas dibin, em ji hemû partî, rêxistin û saziyên ku beşdarî federaliyê nebûne, daxwaz dikin ku cihê xwe di hilbijartinan de bigirin û em bi hev re sîstema fedraliya demokratîk ava bikin”.


Dîrok wan kesan dê efû neke

Yûsif bal kişand ser hin kêmasiyên ku di encama şert û mercên herêmê de derketin û da zanîn ku niha dem guncav e ji bo beşdarbûna hemû rêxistin, partî û saziyan û got: “Eger kêmasî hebin, bila werin em bi hev re rast bikin û eger valatî hebe em ê bi hev re dagirin”. Hevseroka Desteya Rêveber a Fedraliya Demokratîk Foza Yûsif di dawiya gotinên xwe de diyar kir ku dê dîrok û gel tu caran kesên ku beşdarî avakirina welatê xwe nebûne, efû neke.