Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde li galayeke li Stockholmê ya ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê got, “Gotina ‘Ji bilî çiyê dostê Kurdan nîne’ ne rast e. Ez çiyayê we me.”
Bi hewldana platformên piştevaniya Rojava Yekşemê li paytexta Swêdê Stockholmê galayeke bi heybet çêbû. Pêşkêşiya galayê ji aliyê yek ji şanogerên navdar ên Swêdê Jonas Gardell ve hate kirin. Tevî Zara Larsson ku li dinyayê nav û deng e, hunermendên Swêdî Julia Frej, Oskar Zia, Molly Hammar, Benjamîn Ingrasso, Albin ft.Finess û hunermendên Kurd Ciwan Haco, Dilniya Rezazî ji bo Rojava stran gotin.
Her wiha hunermend Cecilia û Cyntia jî bi dansa xwe hunerên xwe pêşkêş kirin.
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde li galayê got, Rojava beriya êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk devera herî aram û ewle ya Sûriyê bû, lê belê piştî dagirkeriyê herî kêm 170 hezar mirov neçar man xaka xwe biterikînin.
Linde anî ziman ku wêneyê zarokê 10 salî yê ji ber êrişên dewleta Tirk birîndar bû, gelekî bandor li wê kiriye û got, “Li hişê min neqişî û ew dîmen ji bîra min naçe.”
Ann Linde bi bîr xist ku ew sê caran bi Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed re rûniştiye û got, Swêd alîgir e ku Kurd beşdarî civînên li Cenevreyê yên der barê paşeroja Sûriyeyê de bibin. Wê got Swêdê heta niha bi 100 milyon kronî alîkarî bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye. Wê gotina “Ji bilî çiyayan dostê Kurdan nînin” bi bîr xist û got, ev gotin ne rast e: “Ez çiyayê we me.”
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed jî bal kişand ser hovîtiya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got, gelê Kurd, hêzên QSD, YPG û YPJ’ê wê destûrê nedin ku welatê wan bê dagirkirin.
Li gorî agahiyên destpêkê ji vê galayê 800 hezar kronên Swêdî ji bo Rojava hatine berhevkirin.
STOCKHOLM