
Her sal li Herêma Federal a Kurdistanê û ji aliyê malbata hunermend û sînemakarê Kurd Taha Kerîmî xelatek bi navê wî derhênerî tê dan bo hunermend û derhênerên Kurd yên serkeftî di karên xwe de.
Birayê hunrmend Taha Kerîmî hunermend û derhênerê sînemayê Hawrê Kerîmî der barê xelata ku ew dixwazin her sal bidin agahî dan û wiha axivî: “Piştî oxirkirina Taha Kerîmî û ji bo girtina qedrê wî hunermendî û bilind kirina rola wî me wek malbat biryar da ku her salê xelatekê binavê Taha Kerîmî bidin sînemakerkî Kurd yên serkeftî.”
Kerîmî da zanîn ku îsal di bîranîna koça dawî ya Taha Kerîmî de, di rêwresmekê de xelata Taha Kerîmî hate dan ji bo fîlmê “Koşka Mîroyan” ji nivîs û derhênana hunermend Tewîq Emanî ku karîbû di fîlmê xwe de şeyda û evînî û di heman demê de komkujiya Enfalan di demek kurt de û bi zimanekî şêrîn û sînemayekî bilind de bo temaşevanan peyda bike.
Herwiha Hawrê Kerîmî destnîşan kir ku ev xelat salaneye û taybete bi hunermend û derhênanên serkeftî yên Kurd. Taha Kerîmî li bajarê Banayê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye, li zanîngeha KurdTehranê kolêca Sînema û Şano û derhênana sînemayî bidawî kiriye û di temenekî biçûk de mijûlî karê sînema û hunerî bûye.
Di rêka sînema û şano de Taha Kerîmî rolek berbiçav lîstiye, ji berhemên wî yên sînema, Çiyayê Sipî û Çiyayê Qendîl …û hd.
Roja 29’ê gulana 2013’an bi sedema qezayeke trafîkê li bajarê Silêmaniyê koça dawî kir lê kar û xebatên wî yên hunerî mane zindî.
SILÊMANÎ