“Xeta Sêyemîn îtîraza siyaseta heyî ya Tirkiyê ye. Îtîraza li dijî du eniyan e. Îtîraza li dijî îtîfaqa Cumhur û Millet e. “
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, diyar kir ku xeta rêya sêyemîn a ku ew diparezin wê bêtir gelên Tirkiye di bin banekî de kom bike û nerazîbûna ji siyaseta Tirkiyê ye. Temellî, anî ziman ku gava yekem a xeta sêyemîn destûreke demokratîk e.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temellî, geşedanên siyasî, xeta sêyemîn û girtina deriyê Îmraliyê ya piştî hilbijartinê şirove kir. Temellî, ewil bal kişand ser tecridkirina Rêber Abdullah Ocalan û wiha got: "Tecrîd didome. 20 salin tecrîd heye û tu carî bi dawî nebûye. Lê di 4 salên dawî de li Tirkiye tecridek giran hebû. Me bawer kir ku pêwiste ev tecrîd bê şikandin. Piştî Brêz Leyla Guven dest bi grevê kir û bi hezaran girtî ketin grevê, 200 roj şûnde derî li Îmraliyê vebû. Parêzeran bi Brêz Ocalan re hevdîtin kirin. Hevditin û peyamên Ocalan ji bo siyaseta Tirkiyê giring in. Li Tirkiye pirsgirêka herî krîtîk çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Muxatebê aştî û demokrasiyê li Rojhilata Navîn Brêz Ocalan e."
Divê tecrîd bi dawî bibe
Temellî, bal kişand ser helwesta îqtîdarê ya berî hilbijartinê û piştî hilbijartinê û wiha axivî: "Hilbijartin bi dawî bû. Em dibînin ku hişmendiya berê piştî 23'ê Hezîranê dîsa ket dewreyê. Li şûna aştî û siyaseta çareseriyê, siyaseta alozî, şer û tundiyê pêş dixin. Tecrîdê giran dikin. Em carek din bang dikin. Ewil tecrîdê rakin. Ne tenê tecrîda mutlaq, divê her kes karibe bi Ocalan re hevdîtinê bike. Bila diyalog û muzakere bên kirin. Bila muzakereyên demokratik bên destpêkirin. Bila mirov rexne û pêşniyarên xwe bînin ziman. Bila nameyan binivîsin. Pir girîng e ku kanalên diyalogê bên vekirin. Divê êdî Tirkiye ji siyaseta tecrîdê xwe rizgar bike."
Muxatebê çareseriyê diyar e
Temellî, li ser çareseriya pirsgirêka Kurd jî rawestiya û destnîşan kir ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe tu pirsgirêkên din jî çareser nabin û wiha lê zêde kir: "Heta pirsgirêka Kurd neyê çereserkirin çareserî pêş nakeve. Pêtir pirsgirêkên din jî kûr dibin. Ji çareseriyê dûr dikevin. Parastina politîkayên şer dewam dikin. Niha wêneyê siyaseta li Tirkiyê wisa ye. Ev kes vê yekê dibîne. Tecrîd ne tenê li Grava Îmraliyê ye. Li ser hemû siyaseta Tirkiye hecrîd heye. Li ser hemû civaka Tirkiye tecrid heye. Niha her kes qala siyaseta demokratik û Destûra Demokratîk dike. Îqtîdar jî dibêje 'Pêwiste pergal rehabilite bibe'. Meseleya me ya demokrasiyê heye. Dema em meseleya demokrasiyê dînin ser masê em dibînin ku li holê meseleya Kurd heye. Ji ber vê yekê heta meseleya Kurd neyê çareserkirin tu pirsgirêkên din jî nayên çareserkirin. Ji bo vê yekê jî çareserî muzakereyên demokratîk in. Navnîşana çareseriya vê meseleyê Îmralî ye. Muxatab diyar e. "
Destûra Demokratîk divê
Temellî, destnîşan kir ku dema li polîtikayên hikûmetê dinerin, dibînin ku tu polîtîkayên hikûmetê yên derve û yên aboriyê tune û wiha pêde çû: "Hikûmet polîtîkayên rojane pêş dixe. Tu polîtîka û stratejiyên hikûmetê ya çareseriyê tune ye. Li aliyekî tecrîdê kûr dikin, li aliyê din şer pêş dixin. Ev xizaniyê pêş dixe. Siyasetê dixetimîne. Ji ber vê yekê ji divê li şûna polîtikayên şer, polîtîkayên aştiyê pêş bixin. Divê lihevhatina civakî pêş bixin. Li şûna hikûmet di polîtîkayên hikûmeta serokomariyê de israr dikin, divê rê li pêş siyaseta demokratîk veke. Divê Destûra demokratîk çêkin. Tecrîdê bi dawî bikin.
Xeta çareseriya demokratîk e
Temellî, bal kişand ser xeta sêyemîn jî û wiha dewam kir: "Xeta Sêyemîn îtîraza siyaseta heyî ya Tirkiyê ye. Îtîraza li dijî du eniyan e. Îtîraza li dijî îtîfaqa Cumhur û Millet e. Îtîraza li dijî berberî û enîbûna civakê û Tirkiye ye. Îtîraza li dijî şer, kuştin, tundî û zextan e. Îtîraza li dijî hişmendiya otoriter a Tirkiyê ye. Îtîraza li dijî wesayeta dewletê ye û xeta çareseriya demokratîk e. Gava yekem a xeta sêyemîn destûra demokratîk e. Parastina mafên jin, zarok, kedkar, bawerî û hemû gelan e. Me têkildarî vê yekê metnê siyaseta demokratik û metnê stratejiya Destûra Demokratîk çêkiriye. Em bang li hemû rêxistinên civakî, demokratîk û sivîl dikin ku tevli niqaşên destûra demokratîk bibin. Ji bo me nerîna her kesî bi qîmet e."
OZGUR PAKSOY/MEHMET ŞAH ORUÇ / MA/ENQERE