Piştî ku di şerên dijwar ên pêr de cendekên 40 çeteyî li taxa Rewda li erdê man, doh jî şer li Reqayê bi dijwarî dewam kir. Di şerê li sê taxan de herî kêm 23 çeteyên din jî hatin kuştin. Hemleya Reqayê ango Cenga Mezin di roja xwe ya 86ʹan de bi hemû hêz û xurtiya xwe dewam dike û şervan rojane bipêşveçûna xwe ya li nava bajêr, didomînin. Ji şevê din ve li taxên Diriyê û Berîd ên rojavayê Reqayê û taxa Reqaya Kevin a rojhilatê bajêr, şer bi dijwarî didome. Li gorî agahiyên bidestxistî, di şer de ku dema amadekirina nûçeyê de jî dewam dikir, herî kêm 23 çete hatine kuştin. 


Cenga Mezin wê bê navber dewam bike

Li aliyê din Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê bersiv da Neteweyên Yekbûyî (NY) ku daxwaza navberdayînê Cenga Mezin kiribû, ji bo ku alîkarî bigihîje, sivîlên li nava bajêr asê mayî. Koalîsyonê got, bi derengîxistina Cenga MEzin wê bike ku bêhtir zerar li sivîlên asêmayî bibe ûbêhtir ji wan bimirin. Li gorî texmînên NY´yê li bajêr teqrîben 10 ta 20 hezar sivîlî hîna mane. 



 REQA