SEMÎRA ŞEHABÎ / SILÊMANÎ / ROJNEWS
Asayîşa Silêmanîyê dest danî ser 500 pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ên Sakîne Cansiz û hinek pirtûkên din, ku ciwanan difirotin. Yek ji ciwanên pirtûk firoştî, Dara Mihyedîn got, “Qedexekirina pirtûkan xizmeta dijmin dike. Bi van astengiyan wê nekaribin fikirê mirovan jî dîl bigirin.”
Di 7’ê Çile de Asayîşa Silêmaniyê li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê 3 ciwanên ku pirtûk difirotin destgîr kirin, û dest danîn ser pirtûkên wan. Herwiha asayîşê 2 ciwanên li Zanîngeha Silêmaniyê dixwestin pirtûkan bifiroşin jî destgîr kirin û dest danîn ser pirtûkan. Asayîşa Silêmaniyê 500 pirtûkên ku di dema destgîrkirina ciwanan de desteserkirî, neda ciwanan û hîna di destê asayîşê de ne.
Ji bo pirtûkên Ocalan bi israr in
Li ser mijarê, yek ji ciwanan, Dara Mehyedîn got, “Qedexekirina pirtûkan ziyaneke mezin e û ti fikr dîl nayê girtin. Yên ku tên pirtûkên Ocalan qedexe dikin, yan jî nîşandana filma Sakîne Cansiz qedexe dikin, esas hevalbendên dijminên gelê Kurd in. Em hemu dizanin, bi taybet Îran û Tirkiye dijminê gelê Kurd in û dixwazin Kurdan ji holê rakin.”
Dara di dawiyê de got, heger nehêlin ew pirtûkên Ocalan li ser kolan û meydanan belav bikin, ew ê di pirtûkxaneyan de belav bikin, heger destûra vê jî nedin ew ê bi awayên cuda pirtûkan bifiroşin.