Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Şengalî bersiv da pirsên nûçegihanê ANF’ê Halît Ermîş yên der barê şoreşa Rojavayê Kurdistanê de û girtina deriyê sînor û ambargoya li ser Rojava nirxand. Şengalî destnîşan kir ku şoreş ne tenê şoreşa parçeyekê ye, şoreşa hemû gelê Kurd e. Şengalî da zanîn ku bûyerên li vê qadê ji bo hemû gelê Kurd girîng in û got: “Azadiya gelê Rojavayê Kurdistanê azadiya hemû Kurdistanê ye.”
Şengalî ragihand ku pêşketinên erênî yên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê di serî de dewleta Tirk xistiye nava xof û tirsê û bal kişand ku ji bo pêşîlêgirtina destkeftiyên Kurdan dewleta Tirk her tim provakasyonan pêk tîne. Şengalî ji bo vê yekê êrîşa komên çete yên ku bi desteka dewleta Tirk êrîşê Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê kir weke mînak nîşan da û got: “Berxwedana gelê me yê li wir ev êrîş pûç kir. Lê hîna jî hesabên wan yên bi vî awayî berdewam dikin.”

Banga piştgirî û helwestê


Zekî Şengalî destnîşan kir ku dewleta Tirk xwe bi dizîka ve di nava muxalefeta Sûriyeyê de bi cih kiriye û bi vî awayî dixwaze armancên xwe yên li dijî Kurdan pêk bîne. Şengalî bal kişand ser êrîş û provakasyonên dewleta Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê û banga piştgiriyê ji bo Rojavayê Kurdistanê li gelê Kurd kir. “Divê gelê Kurd li Kurdistanê û li derveyê welat ji bo Rojava derkeve qadan. Kampanya bidin destpêkirin û xwedî li gelê Rojava derbikevin.”

´Têlên şermê danîn´


Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Şengalî bal kişand ser rêsandina têlê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê û nerazîbûn nîşanî vê pêkanîna hukûmeta Herêma Kurdistanê da. Şengalî got: “Ew têlên li ser sînor têlên şermê ne. Divê gelê Kurd nerazîbûn nîşanî vê yekê bide. Li şûna sînor bi têlan birêsin, divê bi awayeke herî çalak piştgirî bidin gelê Rojavayê Kurdistanê.” Şengalî da zanîn ku ev yek ji aliyê tu Kurdan ve nayê qebûlkirin û got: “Sînorên Rojavayê Kurdistanê digirin û bi vî awayî xistine bin ambargoyê. Ma mirov dikare bêje li wir pêwîstiyên weke zad, xûrek, derman, sotemenî tune ne? Ev polîtîka bi zanebûn tê kirin.”

Barzanî sozên da bi cîh neanî


Şengalî bi bîr xist ku nunerên partiyên Kurd ên Rojava hatin bi Serkê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anîn û got: “Gotin wê derî vebe. Lê berovajî vê yekê sînor bi têlan hate rêsandin. Tê gotin ku gundê Tawus heta ava Dîcleyê bi têlan rêsandin. Gelê Kurd nikare li hemberî vê yekê bê deng bimîne. Divê ev rewş demek beriya demekê bi dawî bibe. Nerazîbûna gelê Kurd li hemberî vê heye. Tiştek gelek metirsîdar e ku hukûmeta Herêmê deriyên ku pêwîstiyên jiyanî ji gelê Rojava re diçin bigire.”


Koçberiyê pêş dixin


Zekî Şengalî bal kişand ser polîtîkayên penaberkirina Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û destnîşan kir ku koçber ji ber sedema pirsgirêkên aboriyê pêk tên û got: “Dixwazin Kurdan ji cih û warên wan bikin û naxwazin Kurd li wir bibin xwedî pêkhateyek aram. Bi vê yekê dixwazin bi xwe ve girêbidin.” Şengalî destnîşan kir ku dixwazin bi van polîtîkayan gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê ji hêzê bixin, belav bikin û bê vîn bihêlin û got: “Ev polîtîkayeke giştî ye. Desteka gelê me ya ji bo Rojavayê Kurdistanê dikare pêşî li vê yekê bigire.” Şengalî bang li gelê Rojava jî kir ku rê nedin polîtîkayên koçberî û penaberkirinê. 


ANF/BEHDÎNAN