Mîkaîl Aslan: Li herêmê, dewletên bûne çete naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe û qirkirineke fizîkî û çandî li ser Kurdan ferz dikin. Lê belê tenê rêyek heye; divê gelên herêmê li hemberî van çeteyan alternatîfekê çêkin. A girîng jî yekîtiya di navbera Kurdan de ye.
Hunermend Mikaîl Aslan, der barê êrişên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ên bi armanca qirkirinê got: “A girîng yekîtiya di navbera Kurdan de ye.” Sêwirînerê modayê Barbaros Şansal jî got, fêdeya şer ji bo kesî tine ye.
Hunermend Mikaîl Aslan got, “Bi vê liv û tevgerê xeta çaresernekirinê li pirsgirêkên li erdnîgariya me hatin barkirin. Rojhilata Navîn, bû deriyê dojehê. Li cîhanê her kes hêla xwe ya di vî şerî de diyar dike. Li herêmê, dewletên bûne çete naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe û qirkirineke fizîkî û çandî li ser Kurdan ferz dikin. Lê belê tenê rêyek heye; divê gelên herêmê li hemberî van çeteyan alternatîfekê çêkin. A girîng jî yekîtiya di navbera Kurdan de ye. Heta ev yekîtî çênebe, ne mimkun e ku di navbera gelê Kurd û gelên din de têkoşîneke hevpar çêbe.”
Dijminê Kurdan nemirov in
Nivîskar Behrûz Boçanî (Behrouz Boochani) ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye û îsal xelatên herî girîng ên Awusturalyayê yên wêjeyê wergirtin. Di ser hesabê xwe yê Twitterê nerazîbûna xwe ji şehîdkirina namerdane a hevseroka Partiya Paşeroja Sûriyê Hevrîn Xelef nîşan da: “Li vê binhêrin, çawa komên terorîst ên êrişî Kurdistanê dikin hov û nemirov in. Îmamên dînî artêşa Tirk xwedî dikin. Li aliyê din nirxên demokratîk miletê Kurd xwedî dikin.”
Şer mirin û talan e
Sêwirînerê modayê Barbaros Şansal jî got ji berê ve şer bi kêrî tu kesî nehatine: “Ji xeynî mirin û talanê bi kêrî tiştekî nayên. Li pey xwe êşên giran dihêlin. Dibe sedema nefret û kînên mezin. Beriya her tiştî aştî.”
Faşîzm ji bo pergala xwe şer dike
Hunermend Levent Uzumcu destnîşan kir ku di serdemên wisa de faşîzm ji bo pergala xwe biparêze mirovan ber bi alîgiriyê ve dehf dide û got, “Yê ne alîgir be an xayîn e an jî welatperwer e. Niha jî li Tirkiyeyê rêbazeke wiha heye. Em hev du dikujin. Halbûkî jiyaneke mirovane mafê her kesî ye.”
Li dijî sazûmaniya demokratîk a Kurdan e
Hunermend Îlkay Akkaya jî li êrişa qirkirinê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got, “Hêzên Kurd li wir sazûmaniyeke demokratîk ava kir, li dijî DAIŞ’ê têkoşînek mezin kir. Niha hewl didin pêşiya vê bigirin. Ev êrîş ne tenê li hember Gelê Kurd e li hember hemû gelên li Rojhilata Navîn e. Berdêl çi dibe bila bibe, divê em li gel hev cih bigirin. Tiştekî zêde yê em winda bikin nemaye.” NAVENDA NÛÇEYAN
Bi berxwedana Kurdan re rabin
Hunermend Ciwan Haco di mîtînga li paytexta Swêdê Stockholmê ya li dijî êrişa qirkirinê ya dewleta Tirk a li dijî Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê got, “Ger Rojava ji dest biçe, wê Rojhilat jî, Başûr jî û Bakur jî ji dest biçin. Vê wisan qebûl bikin. Bi berxwedana Kurdan re bibin yek. Bila pêşmerge, şervan û gerîla bi hev re bin. Em neçar in tifaqê bikin.”
STOCKHOLM