Yekemîn mihrîcana ku li ser asta Bakurê Sûriye tê birêxistinkirin, îro dest pê dike.

Mihrîcana Şehîd Strêvan, bi armanca derxistina çand û kevneşopiyên gelên herêma Bakurê Sûriye îro li bajarê Dêrikê yê herêma Cizîrê dest pê dike. Mihrîcan ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakurê Sûriyeye ve hatiye birêxistinkirin û sê rojan wê dewam bike.

Kom mûzîk, stran, dîlan û şanoyê yên herêmên Bakurê Sûriye beşdarî mihrîcanê dibin, her wiha pêşangeheke karê destan û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye vekirin. Li gorî komîteya amadekar a mihrîcanê, komên ku bi çalakiyên xwe beşdarî mihrîcanê dibin ev in:

Ji herêma Efrînê komeke girêdayî çalakiyên sporê, ji kantona Kobanê komeke mûzîkê û yeke govendê. Ji herêma Cizîrê jî 3 komên sînema, 2 komên govendê û 2 komên mûzîkê. Ji herêma Cizîrê jî 3 komên Sînama, 2 komên govendê û 2 komên mûzîkê beşdar dibin.

Komîteya amadekar destnîşan kir ku ji pêkhateya Suryan jî 2 kom beşdar bibin, yek a govendê ye û ya din a helbestan. Her wiha dê alavên kevin ên çanda Suryan jî werin pêşandan.

Ji pêkhateya Ereb jî hejmarek komên stranan û govendê beşdarî mihrîcanê dibin, her wiha çîrokên keneşopiyên Ereb wê werin pêşkêşkirin. Ji bajarê Minbicê jî tevlîbûn heye.


 ANHA / QAMIŞLO