
Di 22’yê tîrmehê de 39 saziyên civakî û partiyên siyasî ji bo amadekariyên ‘Kongreya Netewî ya Kurd’ li bajarê Selahaddînê li herêma Ferderal ya Kurdistanê di civînê de hatin gel hev. Civîn ji bo anîna gel hev ya hemû derdorên siyasî û di heman demê de ji bo gelê Kurd û gelên herêmê jî xwediyê dîrokek girîng bû. Ji ber vê yekê dengê vê civînê li herêm, cîhan û gelan ve ji nêz ve hat şopandin.
Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk ku beşdarî civîna li Selahaddînê bû bi lêv kir ku birêz Ocalan wiha dibêje: “Divê ku konferana Netewî li ser stratejiyekî hevpar pêk bê û di heman demê de li ser daxwazên Kurdan siyasetek hevpar divê ku were meşandin ji ber ku ev konferans ji bo gelê Kurd pir girînge.” Turk da zanîn ku ev du sale em jî ji bo pêk anîna vê yekê li gel birêz Barzanî û birêz Talabanî hevdîtin pêk anîn û me got divê ku teqez ev konferans pêk bê ji ber ku ev konferans bo gelê Kurd pir girînge û ev tişt anî ziman: “Niha li ser van daxwazan biryar hat girtin ku li Hewlêrê konferans pêk bê. Elbet şert û merc heya roja îro anî. Dema ku mirov lê dinêre di qonaxek evqas girîng de destpêkirina amadekariyên konferansê û anîna Kurdan a gel hev pir girînge. Hemû partiyên siyasî yên Kurdan beşdarî civînê bûn diyar kirin ku Konferansa Netewî girînge û hat diyar kirin ku gelê Kurd dikare seda sala 21’an veguherîne azadiyê. Ger ku birastî em dixwazin di Rojhilat Navîn demokratîk bibe û gelê Kurd azad bibe divê ku destpêkê ji bo têkoşîna gelê Kurd stratejiyekî hevpar hebe. Ez dixwazim bi keyfxweşî bêjim ku niha ev yek heye.”
Têkoşîna demokratîk
Ahmet Turk bal kişan ser Rojhilata Navîn û wiha pêde çû: “Dema ku mirov niha li Rojhilata Navîn dinêre dibîne ku şoreşekî li ser daxwazên demokrasiyê heye. Lê ev heya niha baş ne hatiye keşifkirin. Niha rabûna li Misrê li ser daxwazên demokrasiyê ye. Piştî viya çibû, birayên Musilman hatin. Ji ber wê demokrasî tuneye. Li hemberî birayên Musilman leşkeran darbe kirin ji bo wê demokrasî tuneye. Di encamê de wê ev têkoşîn heya welatên demokratîk jî biçe. Niha li Sûriyeyê Esad bikeve jî pergala ku Ihvan-i Muslim, El- Kaîde, El- Nursa danî ye jî nikare xwe li ser piyan bigire. Ji ber ku di hundurê wê de demokrasî tuneye. Ez di wê baweriyê de me ku ji ber ku têkoşîna gelê Kurd li ser bingeha demokratîkbûyinê ye dê Rojhilat Navîn biguherîne.
Rojavayê Kurdistanê
Turk herî dawî bal kişand ser hevdîtina dawî ya BDP’ê û Rêberê Gêlê Kurd Abdulah Ocalan û wiha axivî: “Hevdîtina dawî di çapemeniyê de derneket, ez dikarim bi rihetî viya bêjim; birêz Abdullah Ocalan pêşniyar kir ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê lazime ku li ermenî, suryanî heta li erebên dinava wan dene xwedî derkevin û bi wan re diyalogê pêş bêxin. Me jî hertim wisan li meseleyê nêriye. Me hertim gelê ku li Kurdistanê dijîn hertim wek xwe lê mêze kiriye. Em hertim wek çawa ku mafê gelê Kurd yê hiqûq heye ji bo gelên din jî em wisan nêzbûn. Wek tê zanin di konferansên ku me li bakurê Kurdistanê pêk anîn, me ermenî , suryanî û ereb jî vexwendine. Ji ber ku mafê wan jî heye ku li ser vê xaka pîroz jiyan bikin. Em mecbûrin ku mafên wan jî li berçavan bigirin. Divê ku em pêşeroja gelan bixwin dibin ewlekariyê de. Dema ku em têkoşînê didin divê ku em piştgiriyê bidin kesên ku azadiyê dixwazin jî. Me konferansên xwe li ser van rêgezan pêk anîn.”
DÎHA/HEWLÊR
Nîşandana daxwaza statuyê ye
Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji bo civîna amadekariya Kongreya Netewî ya navbera Kurdan çibû Hewlêrê di dema vegerê de axivî û got: “Daxwaza Kurdan ya ku dixwazin li kîjan welatê bi kîjan statuyê bijîn dê bi saya vê kongreyê li hemû cîhanê bê îlankirin.
Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş li Amedê ji rojnamegeran re axivî û destnîşan kir ku civîna amadekariyê ya li Hewlêrê gelek serkeftî derbas bûye û wiha got: “Biryra avakirina komîteyeke amadekar hat girtin. Li pêş berhebûna kongreya netewî tu astengdarî tune.”
Demîrtaş anî ziman ku ev pênc şeş sale ji bo vê kongreyê hewl didin, lê cara yekemîn de ku civîneke bi bi vî rengî ya ku hemû tevger û partî tevli bûne pêk anîne. Demîrtaş wiha pê de çû: “Kurd heta niha di bin serdestiya welatên cuda de jiyane û di warê xweseriyê de jî wek otonom jiyane. Vê hem bi Kurdan re û hem jî di civana de rê li ber êş û azarên mezin vekirine. Yekîtiya Kurdan dê hem rehetiya 40 mîlyon Kurdî û hem jî dê rehetiya welatên din pêk bîne.
Demîrtaş da zanîn ku geşedanên dawî, geşedanên ku hevsengiyê biguherîne ye û Kurd bi kîjan statuyê û li kîjan welatî bijî dê bi saya vê kongreyê li hemû cîhanê îlan bike.
Kurd kilîda çareseriya Sûriyeyê ne
Hevserokê BDP’ê Selahaddîn Demîrtaş got ku Sûriye niha di xetereyeke mezin de ye û got: “Hemû cîhan ji bo Sûriyeyê ji vê taritiyê derkeve hewl dide lê rê nabîne. Kurdên Sûriyeyê mifteye. Kurd ji bo ku şîdet raweste, aliyan dikişîne diyalogê. Kongreya Netewî dikare pêvajoya aştiyê ya Sûriyeyê bîne.”
Demîrtaş balkişand ser êrîşên komên girêdayê El Kaîdeyê û wiha pê de çû: “Piştî êrîşa di navbera Kurdên Sûriyeyê û komên girêdayê El Kaîdeyê, hevalên me yên parlamenter ji birêz Ahmet Davutoglu re parvekirin. Divê Tirkiye ji hewldanên provakatîf dur bikeve. Ev gelek şaş e .Divê Tirkiye mafê hemû komên li wir biparêze.
AMED