Navendê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî da. Li gorî daxuyaniyê di 4’ê Cotmehê de 2 wesayîtên çeteyên DAIŞ’ê 24 kîlometroyan li Rojhilatê Şedadê, teqiyane. Di encama lêkolînê de derketiye holê ku topên hawanan ên li wesaîtan barkirî bi wan de teqiyane. DAIŞ´ê wekî din 6’ê Cotmehê bi topên hawanan êrîş bir ser çeperên hêzên YPG yên nêzî gundê Azawî û Ebû Fas û 7´ê Cotmehê jî gundê Amlha yên Şedadê. YPG dide zanîn ku ji guleyên hawanê dûyekî spî û bêhneke nexweş çûye. Hewldana bi 2 wesayîtan a li dijê gundê Malha jî bi ser neket û çete ji meydana şer reviyan.
DAIŞ’ê 7 û 8´ê Cotmehê jî bi çekên giran êrîş bire ser çeperên YPG´ê li Başûrrojhilatê Bendava Tişrînê.
Li ser êrişên çeteyên Koalîsyona Niştimanî ya Sûrî jî YPG’ê da zanîn ku 5 û 7’ê Cotmehê çeteyan ji Ezazê bi çekên giran û topên hawanê pirr caran êriş biriye ser gundên Eyn Deqnê û Maranez ên Efrînê.

Êrişên Tirkiyeyê dewam dikin

YPG’ê da zanîn ku artêşa Tirk ji şeva 6’ê Cotmehê heta sibeha 7’ê Cotmehê bi çekên giran êriş biriye li ser gundên Koran û Girbenov ên li Rojhilatê Kobanê.

NAVENDA NÛÇEYAN