Yekemîn Orkesteraya Zarokên Rojava li bajarê Qamişlo, dest bi xebatên xwe yên hunerî kir. Ji bo danasîna performansa orkestrayê li navenda zarokan şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de ji Rêveberiya Xweser, Yekîtiya Rewşenbîrên Kantonê, Yekîtiya Nivîskar û TEV-ÇAND’ê û malbatên zarokan amade bûn.
135 zarok perwerdeya hunerî dîtin
Di şahiyê de rêveberê peymangeha perwerdeya hunerî Mihemed Îsmaîl axivî û da zanîn ku yekemîn car e li Rojava zarok perwerdeya orkestrayê dibînin û got: “Heya niha 35 zarok di beşa orkestrayê de, 100 zarok jî di beşa peymangehê de fêrî xebatên hunerî dibin û dê ev xebat bê mezinkirin.”
Hevseroka Kantona Cizîrê Heyfa Erebo jî kêfxweşiya xwe ya ji bo xebatên zarokan anî ziman û diyar kir ku zarok dê paşeroja vî welatî bi huner û berheman bixemilînin. Di dewama şahiyê de Orkestraya Zarokên Rojava du berhemên xwe yên mûzîkê nîşan dan.
Temenê wan di navbera 6-16 salî de ne
Orkestraya Zarokan bi piştgiriya Desteya Perwerde û Fêrkariyê ya Kantonê hat organîzekirin. Zarokên temenê wan di navbera 6-16 salî de perwerde dibînin. Xebatên Orkestrayê 6 meh in destpê kiriye.
QAMIŞLO