FÎDAN ABDULLAH/ARIF SILÊMAN

ANHA/ŞEHBA

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) a Şehbayê ji bo zarokên Efrînê ku piştî dagirkeriya dewleta Tirk mecbûr man bajêr biterikînin, dewra perwerdeyê da destpêkirin.

Komîteyê li ser xwesteka malbat û xwendekaran doh li navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê ji bo ku xwendekara werzê duyemîn a sala xwendina 2017-2018´an dewam bikin, di bin konan de dewra perwerdeyê da destpêkirin.

Deh hezar jê zarokên Efrînê ne

Komîteyê, dibistan li gundên Ziyaret, Xirbikê, Burc Qas, Başimra, Zenerîtî û Eqîba yên girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê vekirin.

Her wiha li kantona Şehbayê li navçeya Ehres û gundewarên wê Til Qerah, Til Sosin, Um Hoş, Um Qura, Kefer Qaris, Herbil, Kefer Nasih, navçeya Kefer Naya û Til Rifet dibistan hatin vekirin.

Li navçeya Fafîn jî li gundê Ehdas, Babinis, Elûşî, Marata Muslîma, Wehşiya, Mezra Wehşiya, Xernata, Hesacik, Qeramil, Werdiya, Hasîn, Til Şaîr, Helîsa, Mezarî Helîsa, Taana, Coba, Şêx Kîf dibistan hatin vekirin.

Li gorî rêveberên KPC-Demokrtîk, hejmara xwendekaran heta niha gihaye 15 hezar û 500´î di nav wan de 5 hezar û 500 xwendekarên ji kantona Şehbayê hene.