Di ola Êzîdiyatiyê de tê gotin ku “paqijî ji îmanê ye” îman jî wateya dilpakî û wijdanê ye. Dema zarok derdikevin yariyan ji bo rehet karibin bilîzin û nexweş nekevin pêdivî bi paqijiya derdorê dibînin. Zarokên karê paqijiyê jî wek lîstokekê dibînin, li gel karkerên şaredariyê dest bi pakijiya derdorê kirin.
Zarokên ku destpêkê bi tasek ava sar dayina karkeran dilê mezinên xwe hênik kirin piştre jî bi alîkarî dayîna wan barê karkeran sivik kirin. Zarok li milekê qirêjiyên derdor kom dikin, milekê jî bi perperîkên mirîşkan henekan dikirin.
XENSÊ XIDIR / JINHA / ŞENGAL