SELAMÎ ASLAN / MA / ŞENGAL


Li Şengalê serdema perwerdê û hindekariyê destê pê kir. DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de êrîşî gelê Şengalê kir. Wê demê ji bo Êzîdiyan serdemeke nû dest pê kir. Êzîdiyan sazîbûna xwe avakir. Piştî vê birêxistinbûnê Êzîdî bi awayekî azad xwedî li ziman û ola xwe derdikevin. Ji bo Êzîdîyan mijara herî sereke ya guhertin û veguhertinê pergala perwerdê ye. Zarokên Êzîdî li gel hemû bêderfetiyan bi ziman û baweriya xwe perwerdê dibînin.   

 

Bi navên 13 şehîdan dibistan 

Saziya Ziman û Perwerdê ya Êzîdiyên Şengalê (SZPÊŞ) ji bo serdema nû ya pewerdê ev 3 salin xebatan dimeşîne. SZPÊŞ’ê heya niha 13 dibistan vekirine û navê kesên ku di êrîşên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane, li dibistanan kirine. Navên dibistanan wiha ne: “Şehît Vînar (Çilmêra), Şehît Zinar (Deriyê Xidir Tala), Şehît Azad (Qempa Ş. Nazê), Şehît Babîr (Qempa Xerbê), Şehît Xelef (Derkê Qewala), Şehît Qasim (Gundê Kolika), Şehît Zana (Milêk), Şehît Cemal (Gundê Kersê), Şêx Xêrî (Xanesor), Şehît Brûsk (Derê Gelî), Şehît Şengal (Şengal), Şehît Cîlan (Şengal) û Şehit Nazê (Şengal).

 

Bi zimanê xwe fêrbûna xwebûnê 

Yek ji dersên herî girîng dersên zimanê Kurdî ye. Zarokên ku bi salane ji perwerdeya bi zimanê xwe bêpar mayîn, niha ferî zimanê xwe dibin. Li gel zimanê Kurdî, dersa Êzdayetiyê jî tê dayîn. Ev ders di polên çar û pênçan de dest pê dikin. Bi vê dersê re dîrok, ol, rê û resma Êzîdiyan jî tê dayîn. Hin dersên ji pola yekê dest pê dikin û heya pola şeşan didomin wiha ne: “Zimanê Kurdî, Zanistiya Civakî, Bîrkarî, Civak û Jiyan, Zanyarî, Êzdayetî, Erebî, Îngîlizî, Muzîk û Wêne.”

 

Hejmara xwendekaran zêde dibe

Li gorî agahiyên rêvebrê SZPÊŞ’ê di sala derbasbûyî de hejmara xwendekaran 600 bû, lê piştî gel vegeriya Şengalê niha jî hêjmar hezar e. Niha 35 mamoste dersan didin. Li gorî pêdiviyan dê 40 mamosteyên din bigirin kar û ev mamoste dê di nîveka salê de dest bi kar bikin. 


 Betlane li gor rojên pîroz in

Berî perwerde dest pê bike, hemû xwendekar hatin dibistanan û amûrên xwe yên dersan girtin. Ji bo em şahidiyê ji kelecaniya xwendaran re bikin, me berê xwe da Gundê Kersê Dibistana Şehîd Cemal. 22 xwendekarên keç û 16 jî yên kur li benda mamostayên xwe ne. Mamosteyên ketin dibistanê her yek ji wan li pola xwe geriyan. Mamosteyan xwendedarên xwe dîtin û di destpêkê de meteryalên dersan li xwendekaran belav kirin. Pirtûk, çente, qelem, defter û jêbir dane zarokan. Li gorî baweriya Êzîdiyan ji ber ku rojên Çarşem û Pêncşemê pîrozin, ew roj dê betlane bin.      

 

Kêfxweşiya zarokan li rûyê wan dide der

Xwendekara pola sêyemîn Berîvan Hîtta ya 7 salî bi çanteyê xwe hişk girtiye û keyfxweşiya xwe tîne ziman. Hîtta, diyar kir ku ji ber ku wê hevalên xwe dîtine pir keyfxweş e û wiha got: “Ez herî zêde ji zimanê Kurdî hez dikim. Gava mezin bûm ezê bibin mamoste. Ez dixwazim mîna mamostayê xwe ders bidim.” Xwendekarek din a pola sêyemîn Mîrad Xîzmet ê 9 salî jî, keyfxweşiya xwe bilêv kir û wiha axivî: “Ez pir ji dersa wêne hez dikim.”


 

Gel bi başî pêşwazî dike

Yek ji mamostayên xwendekaran Heyder Êzîdî ku ev sê salin mamostetiyê dike diyar kir ku her roja derbas dibe xwendekar bêtir bi pêş dikevin. Heyder da zanîn ku ew nû hatiye vê refê û wiha axivî: “Ez pir bi kelecan im. Li gorî sala derbasbûyî derfet baştir in. Perwededayîna xwendekarên Êzîdî ji bo min rûmet e. Berî fermanê em bi ziman û ola xwe ferî perwerdê nedibûn. Ji ber vê yekê civakeke ku naxwaze perwerde bibîne hatiye avakirin. Lê niha ev rewş vediguhere. Gelê Êzîdî pir baş nêzî me dibe. Em dixwazin a herî baş bikin. Em di vê zanebûnê de ne. Em minnetdarê kesên alîkarî dan me ne.”