Ewropa hîna di sedala 18an de, ji xîşka olê derket û di riya hiş û raman de meşiya. Ziman jî li gorî rewşa nû guhert. Şemayên ol û paşerojan ji hev cûda kirin û bi hêza hiş û raman guhertinên bingehîn dane destpêkirin. Navê vê  heyamê kirin “demûdewrana ronahiyê”. Wateya vê demjiyanê ew e ku,  destketî û danezanên hiş û raman bibin malê her kesî...  Yanî bi ronahiya zanistê, her kesî têgihiştî bike.  Ji vê jî, di pîvanên netewbûnê derket û bû bingeha perwerdehiyê.

Di vê perwerdehiyê de rola ziman giring e...
Di têkoşîn û berxwedana dîrokî ya gelê kurd de jî, cîhaneke hevpar derkete holê. Di vê cîhana hevpar de destanên yekgirtî, çîrokên hevpar, pîvanên hevpar, hişmendî û hewngîriyek hevpar, di qalibên cûda de, lê di tara netewî de hatin formule kirin. Ev formula hevpar, bi zimanekî hevpar hêdî hêdî tê dizayn kirin.
Ev jî wek qalibên ziman li welat û derveyî welat kulîlkan vedike.
Hêzên dagirker, li pêşiya vî zimanê hevpar serî li her cûre riyan dan û didin. Yek ji van riyên dijwar komploya 9ê Cotmehê ye. Ev riya dijwar, di rengên cûda de berdewam dike. Lê şerê destanî ku 40 sal in bi dijwarî berdewam dike; bû bingeha formula hevpar û wek hêzeke îradî derkete holê. Ev hêza îradî, di aliyê fizîkî, hewngîrî, siyasî, rewşenbîrî, lehengî û rêzanî, giyanî, çandî, wêjeyî û zimanî de kat da û mêwe da.
Ev hêza mezin, bi ziman bû û wek neynika encama dîrok û destanên 40 salî, bi fulyon bû... Leîbnîz jî, dibêje; “ziman neynika hewn û hewngîrî ye”. Bêguman ligel neynikê,  amurê vegotinê ye jî. Hewn û hewngîriyê hevîr dike, tirş dike û bi tenurê ve dide û dipije... Êdî ziman,  biqasî  hêza nanpêj, bandora xwe nîşan dide. Êdî em di vê qonaxê de ne...
Di vê pêşketinê de  rola çek mezin e. Bêguman ligel çek, rola mantiq jî heye û ev mantiq hate formulekirin. Piştre di çarçoveya  felsefîk de hate sîstemîze kirin. Îro jî, wek sîstemeke alternatîf ketiye pratîkê...
Riya dîrokê dirêj e û misyona li ser milê gelê kurd hatiye rûnandin jî giran e... Di salvegera 9ê Cotmehê de, tecrîda li Imralî jî berdewam dike. Tecrît gunehkariya mirovahiyê ye, lê li Tirkiyê, ji 27ê Temmuza 2011an û vir ve li Imralî di pratîkê de ye. Ev pêkanîn, “bîrdoza zexta psîkolojîk e” û di çarçoveya asteng kirin, kor kirin,  kerr kirina gelê kurd, rewşenbîriya kurd de tê bikaranîn. Ji her tiştî, ji jiyana civakî bêparkirin. Saxê di çala mirinê de. Bizêr Ocalan jî cihê xwe bi van gotinan bi nav kiribû. Ev sîstem, ji aliyê zanist û huquqnasên Ewropî ve hatiye pêşxistin.
Ev sîstem, li Îmralî, li dijî Birêz Abdullah Ocalan, di çarçoveya “xespa huquqî” û di rehîn girtina “sîstema înfazê” de, li dijî girtiyên siyasî tê bikaranîn.
Di vê qonaxa ku, dijmin ji hêza kurd ya fizîkî, îradî, hewngîrî, siyasî, rewşenbîrî, lehengî-rêzanî, giyanî, çandî, wêjeyî û zimanî  ditirsê, barekî giring û dîrokî dikevê ser milê rewşenbîran.  Kant dibêje, “rewşenbîrî ew e ku mirov bi xwe, hewn û hişmendiya xwe balix bibe û bi kar bînê” ye.
Di navbera, beden û mêjiyê kurd de, di navbera mêjî û bedena civakê de, di navbera ziman, mêjî û bedena kurd de pirr hatine avakirin. Kultur, felsefe, zanist, huner û edebiyat, di her baskê xwe de li ser bingeha netewbûna kurd rûniştiye... Dibe ku li hinek baskan, li hinek qeraxan lewazî hebe û di nava gerênekên kûr û fetsînok de, hejandin jî hebe... Lê ne kerûgêj e, ne lalûebkem e...
Kurd, demeke dirêj ji rewşenbîrî, ji kultur û ziman dûr ketibûn. Herî hindik, parçebûna cografîk û dagirkeriya dijwar ya sîstemên înkar û tunekirinê, sîstemên dewşirmetiya bi qundax, singo û  bi dibistanên taybet parçebûnek, dûrketinek hebû. Li Bakurê Kurdistanê, kurd, netewa kurd di gora betonî de hatibû “meftûn” kirin. Kurd û kurdîtî, ji formên xwe yên qedîm hatibû qutkirin û dûrkirin.  Ezberekî gelê kurd, baweriyek şaş û çewt a gelê kurd hatibû  çêkirin. Vê jî, dildariya kujeran û bêbaweriya bi xwe hatibû afirandin.
Em di serdemeke nû de ne...
Vêceee, ji bo ku em dikaribin bibin bersiva vê serdemê, divê ku em vegerin kûrahiya qonaxên dîrokî û destanên hatine nivîsandin. Divê ku em bi pexşan û upanîşadên  klasîk re werin ba hev û hevûdin nas bikin. Pexşan navê destanên dema me ne, upanîşad jî navê destanên klasîk in...Ewropiya navê vê kiriye Renaîssance... Yanî hevnaskirina nû û klasîk...  Ev hewldan wê rewşenbîrên kurd, ji tara siyasî jî xelas bike... Hingî nabin berdevkê kesan... Rewşenbîrên me, ji îdeolojiyan bêhtir bûne berdevkê kesan... Bala xwe bidin nivîsan, ji bilî reşkirinê  sûdgirtin nîne...  Lewma zimanê wan jî, hewn û hewngîriya wan jî, hiş û ramanê wan jî nabê bersiva demê...
Ev windakirina xeta cewherî ye, ji çavkaniya neteweyî dûrketin e, ji ramanê pêşengî û ronîkirinê dûr e. Bi gotinên wan ve girîza siyasî heye. Pêwiste her kes, gotinên xwe ji girîza siyasî xelas bike...
Wek mînak: Eger komployek li dijî lîderekî kurd hatibe lidarxistin, ne tenê partiyek, ne tenê haraketek, ne tenê parçeyek ziyanê dibîne, tevahiya gelê kurd, li welat û derveyî welat ziyanê dibîne. Hîna min rewşenbîrek, saziyek nedîtiye ku derbarê sîstema perwerdehiya dibistanên Cemaeta Gulan de nivîsîbin. Porfesorên me jî hîna raporek derbarê giringiya perwerdehiya neteweyî, siyaseta ziman û metirsîniya dibistanên cemaetê de amade ne kirine û radestî raya giştî ne kirine.
Ev jî dide xuya kirin ku zimanê pêvajoyê ne hatiye zemt kirin.