Wexta fermandarê Tirk Sakalli Nûrettîn Paşa sewa têkbirina berxwedana Kurdan a li Koçgiriyê (1920-1921) tê peywirdarkirin, dibêje; “me yên ku dibêjin ‘zo’ (Ermenî) ji holê rakirin, niha dor hatiye yên ku dibêjin ‘lo’ (Kurd)!..” Ew gotin bi serê xwe tenê feraseta netewdewleta Tirk a nû pirr zelal formûle dikir. Ên ku hemû saziyên dewletê bi vê ferasetê rêxistinîkirin, hişê xelkê jî bi vî jahrî dagirtin. Ji nasnameyên ne Tirk re tu qadê jiyanê nehate hiştin. Ji ber vê yekê jî civakên ne Tirk, an xwe ji dewletê dûr hiştin an jî dev ji nasnameya xwe berdan û di nava nasnameya Tirkî ya melez a nû de heliyan...

Zimanê me; êş û jana me, hebûn û tunebûna me!..
Apê Mûsa (Mûsa Anter) di serpêhatiyeke salên ciwaniya xwe de tîne ziman ku, carekê ji ber ku bi Kurdî li fîtikê daye, hatiye binçavkirin. Li dadgehê dadger jê dipirse; “tu zane sûcê te çi ye?” Apê Mûsa bêxem dibersivîne;“bi Kurdî li fîtikê xistin!” Dadger bi hêrs, “bi navê Kurdî tu ziman tune ye. Ji gotinên ku bi 20 kelîmeyan pêk tê re ziman nayê gotin.” Li ser vê gotinê Apê Mûsa dibêje: “Ma mirîşkên me ji bîst dengan zêdetir dengan derdixin. Hişê me qasî yê wan jî nîn e?..”  
94 sal şûnde dewlet heman dewlet e. Wezîrê Tirk Bûlent Arinç dibêje; “Kurdî ne zimanekî ewqas pêşketî ye ku pê perwerde were kirin.” Ji bo hilweşandina dibistanên ku Kurd bi xwe ji bo perwerdeya Kurdî ava dikin jî bi hezaran leşkeran ve operasyon tên lidar xistin... Him diz in him jî bêrêz!..
Dewleta Tirk ji bo tunekirina Kurdan û zimanê wan her zordestî pêk anî û her cûre heqaret ji wan re rewa dît. Wekî ku Apê Mûsa gotiye; Kurd ji mirîşkan jî bêqîmettir hatin dîtin.
Rast e; piştî têkoşîna Kurdan a çel salî, îro dewlet bi zehmetî be jî êdî navê Kurdan bilêv dike, lê zimanê ku li hember Kurdan bikar tîne hêjî tûj, tal û qure ye. Wekhevbûn, xwedîîradebûn û rêzdariya Kurdan nayê qebûlkirin. Helwesta dewletê hestên nijadperestiya Tirkî ya li dijî Kurdan daîmî û kûrtir dike.
Îro belkî bi bihêzbûn û birêxistinîbûna Kurdan re pêşiya komkujiyên fîzîkî hatiye girtin. Lê hêjî em her roj xeberên wek; “Kurdek ji ber ku Kurdî axiviye hat kuştin...” an jî “Kurdek ji ber ku mûzîka Kurdî guhdar kiriye, rastî êrîşê hat” dibihîsin. Di her çalakiya bona mafêki nasnameyî de ciwanên me tên kuştin. Însanên me yên ku ji ber zordestiya dewletê gund û warê xwe terikandine û li rojavayê Tirkiyeyê têkoşîna jiyanê didin, ji ber nasname û zimanê xwe her roj rastî êrîşên nijadperestan tên...
Çend roj berê li navçeya Kaş a Antalyayê nîjadperestên Tirk, ciwanê Kurd Mahîr Çelîk ê 20 salî ji ber ku bi Kurdî deng kiriye, kuştin. Wexta ku Mahîr bi hevalekî xwe re bi Kurdî dipeyive, komeke qelebalix bi gotinên “Kurdên pîs” bi hev re êrîş dibin ser wan û Mahîr bi derbeyên giran canê xwe ji dest dide...
Zimanê me; mirin û jiyana me, tirs û gernasiya me, xewn û xeyalê azadiya me!..
Di ser re nod sal derbas bû, lê xeyalê Nûrettîn Paşayên Tirk pêk nehat. Ne hêza çand û kultura nasnameya melez a dewleta Tirk, ne hêza saziyên asîmîleker û ne jî hêza wê ya zordest karî Kurdan û zimanê wan bi giştî ji holê rake!... Îro li Başûr û li Rojava perwerde bi zimanê Kurdî ye, li Bakur dibistanên dewletê tên boykot kirin û hewldanên perwerdehiya bi Kurdî a xweser tê bipêşxistin, li Rojhilatê jî ji bo vî mafî têkoşîn her berdewam e..
Îsal li Gever a Colemêrgê, li Rezan a Amedê û li Cizîr a Şirnexê dengê zengilê hinek mekteban bi Kurdî lê da. Di sê dibistanên mînak ên seretayî de perwerde wê bi giştî bi Kurdî bê lidarxistin. Ev gotinên zarokekî Kurd ê ku dest bi perwerdeya Kurdî kirî, pêkhatina xeyalê Kurdan giştan pirr xweş tîne zimên; “Em ê êdî xewnên xwe bi zimanê xwe bibînin!..”