NEJBÎR OSMAN / ANHA/QAMIŞLO

Li herêmên Rêveberiya Xweser şoreşeke çandî û fikrî di warê perwerde û parastina zimanên resen ên pêkhateyên herêmê de pêk anî. Gelê Asûrî-Suryanî bi gelên din ên herêmê re di nava projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk de cih girt û di warê xweserî û parastina zimanê xwe de gav avêt. Suryanan di vê çarçoveyê de peymangehên zimanê xwe vekirin ku wek gaveke girîng di dîroka nûjen a Suryanan de tê dîtin.

Mîna gelên din ên herêmê Suryan jî hatin paşguhkirin, înkarkirin û ji mafê perwerdeyê bi zimanê xwe yê dayikê hatin mehrûmkirin. Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku projeya neteweya demokratîk esas digire, derfet da ku pêkhate hemû bi zimanê xwe bixwînin û perwerde bibin.

Ji destpêka şoreşê ve li herêmên Rêveberiya Xweser peymangehên Suryanî yên amadekirina mamosteyan hatin vekirin. Zimanê Suryanî di proseya perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser de tê xwendin û materyalên taybet bi vî zimanê hatin amadekirin. Li herêmê 3 peymangehên bi zimanê Suryanî hene; Orahî li Qamişlo, Qenşerîn li Hesekê û Olveta li Dêrikê.

Berpirsa Peymangeha Olveta ya bajarê Dêrikê ya kantona Qamişlo Rîm Neîm li ser armanca vekirina peymangehê û rêveçûna proseya perwerdeyê got: “Destpêka vekirina peymangehê me giranî da xwendin û nivîsandinê. Piştre em derbasî branşan bûn. Di peymangehê de waneyên xwendin, wênesazî û muzîkê têne dayîn. Li peymangehên din dîrok, civaknasî û xwezanasî hene.” Rîm Neîm diyar kir ku piştî mamoste ji peymangehê mezûn dibin, li dibistanên herêmê têne belavkirin û got, vekirina peymangehê gaveke girîng e ji bo pêkhateya Suryan di warê fêrbûn û parastina ziman de.