
“Mirovê ku Bîra xwe kûr kiribe di encamê de digihîje çirûska hundirê xwe, lê kesê/a ku Bîra xwe kûr nekiribe û Bîr-kor be ew ne xwedî çirûsk e û ew laşekî xav, der-hunerî, tarî û birçî ye.”
Rênas Jiyan
ARDÎN DÎREN
Me serpêhatî hene divê em qet ji bîr nekin û di heman demê de nedin jibîrkirin. Ji bo em nedin jibîrkirin jî pêdiviya me bi hunerê heye. Huner dikare van serpêhatiyan bi şêwazên cur be cur nîşan bide û arşîvekê ji bo civakê çêbike. A rast hunera herî mezin ew e ku rojnamegeriya Kurd li gel ewqas çavsorî, dijminahî, êrîş û pêkûtiyên qirêj kevneşopiyek afirand û ev kevneşopî bi rêya rojnameyên ku “ji rastiyê ti car tawîz nedan” heta îro jî berdewam e. Ji bo civakên din belkî na lê ji bo civaka Kurd cihê rojnameyan taybet e. Li ti welatî ji bo rojnamegeran ewqas kuştin û girtin pêk nehatine. Lewre bi salan e rojnameyên Kurd derewên dagirkeran derdixin holê û di hêla ragihandinê de bersivên xurt didin. Genaralên biçûk ên Apê Mûsa bi rojnamegerî û rojnameyên xwe dîrok nivisandin û hêjî dinivisînin. Ji ber vê rastiyê rojnameyên Kurd ÇAV’ên me ne. Dilên me û çavkaniyên me ne.
Rojnameyên Kurd BÎR’ên civaka Kurd in, hewce ye em ji van BÎR’an sûd werbigirin.
Rojnamegerî di heman demê de belgekirina dîrokê ye jî. Rojname wek rastiyekê wek belgeyekê her roj van pêkûtiyên dagirkeran ên li ser axa Kurdistanê tomar dikin û arşîvekê çêdike. Ji hêlekê ve dîrokê dinivîse û ji bo pêşerojê BÎR’ekê çêdike. Her roj wê BÎR’ê zindî dike bi nûçe û nivîsên xwe. Bi rêya çapemaniyê ango rojnameyê bersiva pêdiviya rojane tê dayîn. Lê rojname tenê vê pêdiviyê bi cih nayne, her wiha ew di navbera îro û sibê de dibe pirek ango zincîreke ku zû bi zû nayê qetandin. Wênesaza bi navê Senan Senan jî ji nav gurzên rojnameya Azadiya Welat (Rojeva Medya, Welat) salekê wêneyên di rojnameyan de şopandine û li ser wan wêneyên ku li wê têsîr kirine, ramiyaye û bi 20 tabloyan zincîreke BÎR’ê ava kiriye. Zincîreke bi jan ya BÎR’a Kurdistanê. Ev zincîr zincîreke qewîn e. Tişta ew pêk aniye belgekirina belgeyan e. Wêneyên belgeyan ango wêneyên arşîva BÎR a Kurdan.
Bi şêweyeke cihê BÎR’ê vedikole
Bi dubarekirina heman karî rastî ji nû ve careke din vejandiye. Bi gotineke din wêneyên rastiya rastiyê xêz kirine Senan. Jixwe rojnamê weke belgeyekê ew qewimîn û serpêhatî nivîsandine. Lê Senan, bi van têr nebûye û ji nav dilê rojnameyan wêne kişandine û careke din li ser tuwalê xêz kirine. Da ku em qet û qet ji bîr nekin! Wek şêwaz jî tuwal bi kar aniye li gel nivîsên rojnameyê. Lê nivîsên li ser tabloyan an kêm in an jî nîvçê ne, ev yek jî bi zanebûn kiriye daku temaşevan zor bidin BÎR’a xwe û çîroka van wêneyan bi BÎR bînin.

Malê dagirkeran e!
Rojev: BÎR. Di vê pêvajoya ku BÎR’a me ya civakî her roj bi êrîşên tund re rû bi rû dimîne ev pêşangeh cihekî girîng digire. Xwedî wate ye û bi qedir e. Pêwîst e mirov BÎR’a xwe nû bike. Ev pêşangeh îro dibe bersiva jibîrkirinê.
Di pêşangehê de wêneyên derketine pêş di heman demê de wêneyê hovîtiya dagirker û serdestan e. Ev pêşangeh berhema wan bi xwe ye! Mirov dikare qewimandinên ku di salekê de li bajarên Kurdistanê pêk hatine bibîne. Panoromaya salekê li gor nûçeyên bi wêne hatiye xêzkirin. Jixwe pêşangeh hinek jî li ser vê yekê hatiye avakirin. Li hember, qirkirin û kuştina mirovan û xwezayê jî baldariyekê derdikeve pêş. Şewitandina daristanên Lîce û Dêrsîmê, berxwedana Şirnexê, kuştina Tahir Elçî û Kemal Korkut di pêşangehê de xwe careke din nîşan dide.
BÎR’eke birîndar nikare pêşerojekê ava bike
Bêguman heger em BÎR’a xwe ya civakî winda bikin, emê pêre pêre hebûna xwe jî winda bikin. Emê xav bimînin, pûç bibin û birizin. Dê tu wateyeke me jî tine be. Dîrok, çand û huner li ser vê BÎR’ê şîn dibin, lewma jî BÎR’a civakî girîng e ji bo ku mirov pêşerojê biafirîne. Rû bi rû mayîna bi paşerojê re di heman demê de rû bi rû mayîna bi pêşerojê re ye jî. Heta ku em bi hin rastiyan re rû bi rû nemîn emê nikaribin pêşerojekê jî biafirînin. Lewma BÎR, ji bo civakeke ku hin tiştan zû ji bîr dike girîng e û divê mirov BÎR’a xwe kûr bike û nexitimîne. Heger BÎR xitimî, pêşeroj jî dixitime.
Ev yek zelal û diyar e, dagirker û mêtînger dixwazin rojevê her tim biguherînin û rastiyê manîpule bikin. Dixwazin BÎR’ê ji rojeva me derxînin. Lê divê li hember vê hişmendiyê mirov rojeva xwe tije bike û bi bertekên çand û hunerî bibe bersiveke xurt ku dagirker her roj li xwe mikur werin û şerma wan ji ser rûyê wan qet neçe. Çewa ku mirov hin tiştan tîne BÎR’a xwe divê mirov hin tiştan bîne bîra serdestên xwe jî. Ev yek jî peywireke exlaqî ye.
Ji bo bersiveke xweş ji dagirkeran re
Lewma dagirkerî dixwaze bi hişê me bilîze, dixwaze BÎR’a me şêlû bike, dixwaze BÎR’a me biçikîne. Lê divê em xwe neçikînin û biherikin. Rojeva dagirkeran her çiqas talan, êrîş, zext û zora li ser BÎR’ê be, divê rojeva me jî anîna BÎR’ê be ango BÎRanîn be. Wê gavê rojeva me ya ‘divê ji rastiyan ti car tawîz neyê dayîn’ werdigere ‘divê mirov ti caran ji BÎR’a xwe tawîz nede’ lewma rastî BÎR e heger mirov BÎR’a xwe bixitimîne mirov ji heqîqeta xwe jî dûr dikeve û di heman demê de ji rastiyê jî tawîzê dide. Ji bo em ji rastiyan tawîz nedin BÎR hewce ye. Ji bo vê yekê BÎR heqîqet e.
Heger rojeva me BÎR be, bibe BÎR, em karibin bikin BÎR... dê AZADIYA WELAT jî rojek berî rojekê pêk were.
Ji bo em ji BÎR nekin pêwîst e rojeva me BÎR be. Em xwedî rojevên BÎR’î bin.