Hevpeyvîneke berfireh û dûrûdirêj a Hevseroka Konseya Rêveber a KCKʼê Besê Hozat 28-29ʼê Çile di ajansa Firatê de cih girt. Hozat di hevpeyvînê de li ser gelek mijarên sereke yên di rojevê de dipeyive. Lê mijara bala min kişand ser xwe û hez dikim li ser binivîsim babeta çand û ziman bû. Min dixwest bi berfirehî li ser binivîsim, lê mijareke din jî heye xwe mecbûr dibînim qal bikim. Lema ez ê bi kurtî qala axaftina birêz Besê bikim. Rêzdar Besê xulase weha dibêje; “Xebatên çand û ziman ên li Kurdistanê gelekî giranbuha ne. Çand û zimanê Kurdî tê asîmîlekirin. Li Kurdistanê qirkirin bi xwe çandî ye. Eger gelek were asîmîlekirin û ev bigihîje encamê, jixwe ew gel qediya ye. Sedsalek e, li Kurdistanê ya tê kirin ev e. Ji lewra her xebata di warê çand û ziman de girîng e.
Xebatên di vî warî de divê weke xebateke seferberiyê were meşandin. Divê gelê me li her derê zimanê xwe biaxive û zarokên xwe jî fêr bikin. Divê her her kes hevdu di warê hînbûn û axaftinê de han bide, yên nepeyivin divê bi ber fediyê bixin. Ango kesên zimanê xwe nepeyivin û zarokên xwe hîn nekin, divê zextek li ser wan were çêkirin da ku xwe mecbûr his bikin. Bi gotineke din, divê ji aliyê civakî ve bêne tecrîdkirin. Mirov wisa bike ne şerm e, normalkirin û rewakirina asîmîlasyonê şerm e. Li dijî faşîzma qirker têkoşîna herî mezin têkoşîna di warê ziman de ye. Têkoşîna azadiya Kurdistanê bi xwe têkoşîna ziman û nasnameyê ye.”
Rêzdar Besê di hevpeyvînê de bi taybetî qala rola jin û ciwanan jî dike û di vî warî de îşaret bi berpirsiyariya her kesî dike. Gotinên rêzdar Besê li ser çand û zimanê Kurdî têra xwe di cih de ne, û mirov tiştekî li wan zêde bike nîne. Lê belê di warê çare û çareserkirinê de hewcedarî zêdetir bi serêşandinê heye. Min di çend nivîsên berî vê de hewl dabû hinek çareyan destnîşan bikim. Belkî li vir jî mirov dikare qala çend tiştan bike. Kurd dikarin di vê mijarê de ji Herêma Flemen a Belçîkayê hinek tiştan hîn bibin. Di perwerdeya civakan de malbat bi roleke girîng radibe. Lê mixabin li civakên di bin dagirkerî, qirkerî û mêhtingeriyeke giran de malbat nikarin xwe bi hev bigire û ji hev dikeve. Li cem Kurdan jî roj bi roj wisa dibe. Kurd çil pêncî salên dawî ji saziyên xwe yên perwerdeyê mehrûm in. Divê şûna wan bi awayekî tijî bikin. Tevgera Azadiyê dikare li her sazî û dezgeha xwe kursên çand û ziman saz bike. Hemin, divê civak jî bi heman awayî rêxistiniyeke wisa pêk bîne. Li ser xebateke wisa hem siyaset û hem jî berbendkirina qirkirinê heta radeyekê pêkan e. Bêguman li kêleka van xebatan, gelek xebatên din jî pêkan in.
Axirr, min hez dikir hê jî bi vê mijarê dakevim, lê mijareke din jî heye ez qal nekim, dilê min ê nekeve cî. Li Başûrê Kurdistanê meleyek derketiye bi dengekî bilind di televîzyonan de û li meydanan dibêje, “mirov divê bi çar jinan re bizewice”. Li Tirkiyê jî "profis"ek derketiye dibêje, “Xwedê zewaca bi keçikên temenpiçûk re helal kiriye.” Ji bilî çend rêxistinên jinan dengekî ciddî li dijî wan bilind nabe. Ev kesên zircahil û xwedênenas li ser navê Xwedê fermanan didin; bi Erebî dibe pelpela devê wan û alimek tine, rabe bibêje, hûn rast nabêjin. Van firewnan xwe xistiye şûna Xwedê; destavêtin û destdirêjiyê li gorî xwe rewa dikin. Bi destê van zircahilan û bi zêhniyeta wan civak bûye civak destavêtin û destdirêjiyê. Bifikirin ku civakek nikare xwedî li zarokên xwe derkeve, ew civak riziyaye. Yanî ev cahilê rabin henekê xwe bi aqilê dê û bavan bikin û zarokê wan bikin koleyên nefsa xwe. Li Tirkiyê jî û li Başûrê Kurdistanê jî desthilat destûrê dide vê hovîtiyê. Ev zêhniyet û mejiyên DAIŞwarî bi mejî û zêhniyetên razayî yên DAIŞʼî wêrek dibin û diqîrin. Çawa çêdibe ku roja me ya îro Destûra Bingehîn a Başûrê Kurdistanê rê bide zewaca bi pirrjinan re. Çawa çêdibe, zircahil û xwedênenas, li ser serê civakeke tê de gelek zanyar û siyasetvan hene, bibin rêzan û qaşo ronakbîr. Wa weylê.