OSCE:Riha ne ewle ye!
Heyeta Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê li Ewrûpayê (OSCE) diyar kir ku ji ber “sedemên ewlekariyê” wan nekarî çavdêrên xwe bişînin Rihayê ku agahiyên li ser fen û fûtan jê tên.
Nûnera OSCE Audrey Glover li Enqereyê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku bi giştî 300-330 kes li ser navê OSCE’yê hilbijartinê şopandine.
Ji Glover hate pirsîn bê li Pirsûsê çavdêrên wan hene yan na û Glover got, “Ji ber tevdîrên ewlekariyê, çavdêrên me neçûne wê herêmê. Ji ber pirsgirêka ewlekariyê ya li herêma sînor, çavdêrên me nînin.”