Tevgera Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E) ji bo meşa 1’ê Kanûnê ya li Berlînê banga beşdariyê kir. Meş bi dirûşma, “Daxwaza azadiyê nikare bê qedexekirin- li dijî qanûna polîsan, qedexeya li dijî PKK’ê û li dijî nîjadperestiyê têkoşîna hevpar’’ tê lidarxistin. YJK-E’yê bal kişande ser qedexeya li ser PKK’ê ya li Elmanyayê ku ev 25 sal in didome û got, li gel zext û krîmînalîzaasyona bi dehan salan têkoşîna gelê Kurd bê navber dewam dike. Projeya Konfederalîzma Demokratîk a PKK’ê û Rêbertiyê ku bi pêvajoyê re geş bû, sînorên Kurdistanê derbas kirine, li Elmanya ji hêla derdoreke berfireh ve hatiye destekkirin û sempatiyek jê re çêbûye. Bêguman taybetmeniya herî balkêş a têkoşîna azadiya Kurd û paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk ew e ku azadiya jinê kiriye navenda xebatan.”

YJK-E’yê bang li jinan, gelê Kurd, femînîst, hêzên demokrasiyê kir ku li dijî qedexeya li ser PKK’ê, tevlî meşê bibin.

Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) jî banga beşdariya meşê li xwendekaran kir.

 

BERLÎN