
Fermandarê Biryargeha Navendîya HPG’ê Nûredîn Sofî vejîn û berxwedanê ya Kurdan Newrozê pîroz kir û bal kişand ku gelê Kurd bi berxwedaneke mezin Newroza 2012 pêşwazî dike.
Sofî bi peyamekê cejna Newrozê li hemû gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn pîroz kir û got; “Em ê weke HPG’ê soz didin ku em ê îsal ji bo gelê Kurdistanê bikin sala serkeftinê.
Sofî got; “Gelek wateyên girîng ên Newroza 2012’ê hene. Îro gelê Kurd bi biryardariyeke mezin, bi dirûşma “An Azadî, An Azadî” azadiya Rêber Apo û statuya Kurdistanê dixwze. Bi berxwedaneke mezin Newrozê pîroz dike.”
Sofî got; “Pêvajoya îro li Rojhilata Navîn bi pêta agirê Mazluman dest pê kir. Vê Biharê îlhama xwe j berxwedana gelê Kurd kir. Gav bi gav li dijî Dehqan, despot û zaliman ber bi azadiyê ve dimeşin.”
Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Nûredîn Sofî got; “Êrişên li ser gelê Kurd çiqas zêde bin jî, girtin çiqas zêde bibin, operasyonên siyasî û leşkerî çiqas zêde bibin jî, dê hêrs û hîna gelê Kurd ewqas zêdetir be. Meşa wan a ber bi azadiyê ve israr dê bihêztir bibe.
Ji ber wê jî gelê Kurd di sala 2012 de bi bawerî û biryardariyeke xurt dest bi berxwedanê dike. Ev biryardarî di Rêber Apo de jî heye. Zêdetirê 8 mehane têkiliya wî bi cîhanê re hatiye qutkirin û di tecrîdê de tê ragirtin, lê bi nêrîn, raman bîr û baweriya xwe hêzê dide şoreşa li Rojhilata Navîn û ber bi azadiyê ve dibe.
Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Nûredîn Sofî bi peyamekê cejna Newrozê li hemû gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn pîroz kir û got; “Li ser vî esasî, bi hêvî û baweriya azadiyê careke din cejna Newrozê li Rêberê Apo, Gelê Kurdistanê û hemû gerîlayên Kurdistanê pîroz dikim. Em weke HPG’ê soz didin ku em ê îsal ji bo gelê Kurdistanê bikin sala serkeftinê.”
ANF/BEHDÎNAN