
Navenda Ragihandin û Çapmeniya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî ragihand ku berxwedana Kobanê ya ku li hemberî çeteyên DAIŞ di roja xwe ya 175’an de berdewam dike. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Dinavbera hêzên me û çeteyan de li rojhilatê Kobanê pevçûnên dijwar rûdan. Piştî êrîşa li hember gundên Xan Memed, Girê Xwede, Izea û Xweydanê ji duh sibehê ve di mesafekî nêzîk de pevçûnên dijwar rûdane. Di van pevçûnan de hêzên me li hember komên çeteyan yên li nêzikî Girê Kazan'ê êrîşek lidarxistin û derbên giran li çetayan xistin. Qasî hatiye tespît kirin li vir 42 çete hatine kuştin. Hêzên me li vir tevî 25 cenazeyên çeteyan dest danîn li ser 35 qilêş, 1 roketavêja B7, 3 BKC, doçkakî 12,5 mm û gelek cebilxaneyên din."
YPG'ê diyarkir ku hêzên wan li hember girê Izea jî êrîşek li darxistine. YPG’ê got ku çete ji vî girî hatine derxistin û wiha got: “Hêzên me li hember gundê Xan Memed jî êrîşek lidarxistin. Di vê êrîşê de 4 çete hat kuştin. Hêzên me li vir dest danîn li ser doçkakî 12,5 mm, 1 BKC û 3 qilêş.”
11 şervanan jiyana xwe ji dest da
YPG’ê got ku di van şeran de 11 şervanên wan yên ku bi qehremanî li hember çeteyan şer dikirin, şehîd bûne. YPG’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Hêzên me li başûrê Kobanê, li hember komên çeteyên ku xwe li nêzikî gundê Cedê ya bakur cih bibûn jî êrîşek li darxistin. Li vir 7 çete hatin kuştin. Êrîşên çeteyên DAIŞ yên li hember gundên li ser rêya Til Temir û Hasekê hatine şikandin. Tenê li gundê Til Nasir a giredayî Til Temir di navbera hêzên me û komên çeteyan de pevçûn tên jiyankirin. Hêzên me piştî pevçunên dijwar yên 2 rojan komên çeteyan derveyî gundê Til Nasir, ji hemû qadên Til Temir derxistin û avêtin pişt ava Xabur. Hêzên me şevê din li hember komên çeteyên ku xwe li nêzîkî gundê Malha ya girêdayî Serêkaniyê bi cih bûn êrîşekî lidarxistin. Divê êrîşê de çeteyek hat kuştin û çeteyek jî birîndarbû.”
Navenda Çapmeniyê di dawiya daxuyaniyê de diyar kir ku doh danê sibê jî li nêzikî navçeya Alya li hember komên çeteyan êrîşek hat lidarxistin. Di vê êrîşe de wesayîtek a kar hat rûxandin. Lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.
KOBANÊ/QAMIŞLO
Li Kerkûkê 6 gund rizgarkirin
Li başûrê Kurdistanê bajarê Kerkukê, ji bo paqijkirina herêmên başûr ên bajêr ji çeteyên DAIŞ'ê, hêzên pêşmerge û gerîlayên HPG'ê dest bi operasyona azadkirina herêmê kirin. Heya niha di encam operasyonê de 6 gund hatine rizgarkirin.
Li gorî nûçeya Rojnewsê hêzên pêşmerge û gêrîlayên HPG'ê li gundê Mekteb Xalid, Sultan Mereb, Nehrewan û bilindahiyên Tililwerde û Xerabe Rûte kontrol kirine. Tevî bombebarankirina balafirên hevpeymanan berdewame, lê bombebaran kêm bûye. Hêzên kurdî ji herdu aliyên Tililwerd û Mele Ebdullah ve dest bi êrişê kirine û tê çaverêkirin li gundê Mele Ebdullah bigihin hev. Dîsa pêşveçûna hêzên kurdî ya ber bi nahyeya Riyaz ve berdewame.
Der barê hêmara kuştî û birîndarên çeteyên DAIŞ’ê agahiyên zelal nehatin wergirtin. Lê cenazeyê 3 çeteyên DAIŞ’ê ketiye destê hêzê kurdî de. Her wiha li gor heman nûçê di encama teqandina hamereke çeteyan a di nava hêzên pêşmergeyan de, çend pêşmerge birîndar bûne.
Li eniya navçeya Dubiz a girêdayî Kerkukê jî bêyî ti şerek rûbide 3 gund hatin rizgarkirin û çeteyên DAIŞ’ê ji wan gundan derketin. Navê wan gundan jî eve; Gundê Simayîlaway Gewre, Siyamîlaway Biçûk û Serxe.
KERKÛK