
Di 6 Îlona sala 1930'de hêzên hikûmeta Iraqê û Înglîzan hevpeyman serhildana Berderkê Sera ya bajara Silêmaniyê têk bir û xelkê Silêmaniyê di tevkujiyê re derbas kirin. Gel di vê meşê de daxwaza mafên xwe yên rewa dabûn destpêkirin û daxwaz dikirin ku mafê gelan bê nasîn. Lê rijêma padîşahî ya Îraqê û Îngîlîzan li navenda bajara Silêmaniyê tevkujî pêk anî. Herî kêm 25 kes hatin kuştin, 195 kes jî birîndar bûn û bi dehan kes hatin binçav kirin. Hersal roja 6'ê Îlonê wek 'roja reş' tê nasîn.
Sedemên serhildanê
Gelek mijar bûne sedema ku gel li dijî hikûmeta Iraq û Înglîzan serî hilde wiha ne:
- Peyman di navbera Iraq û Înîglîzan de hatibû îmze kirin ku tû xalên wê peymanê behsa Kurd û doza Kurdan nedikir. Herçend hikûmeta Nûrî Sehîd, ji bona xepandina Kurdan beyanek derxist, ku dibêje zimana Kurdî li Kurdistanê zimanê femî dibe. Lê piştre ev yek bicîh ne hat. Nûrî Sehîd, biryarek nû derxist ku herkesek eger zimanê Erebî nezane mafê wî nabe payeyên eskerî bidest bixe. Ev yek jî dinava efser (serbaz)'ên Kurde nerazîbûn bixwe re anî.
- Wê çaxê li başûrê Kurdistanê ji 731 memûran tenê 324 kes Kurd bûn. Yên din ji Ereb, Tirk û Asûrî bûn. Li hember vê yekê perlemanterên Kurd yên perlemantoya Iraqê gelek caran daxwazname dane hikûmeta Iraq û Înglîzan, lê en yek jî nehat gûhdarî kirin. Ev yek jî nerazîbûnên gelê Kurd zêdetir kir.
- Xirabiya rewşa aborî ya Kurdistanê û kirîna berhemên çandiniyê yên Kurdistanê bi nirxek kêm, ev yek jî bû sedema zêde bûna nerazîbûnan.
- Hikûmeta Iraqê biryar girt di 10'ê Temûza 1930 – 10 Îlona 1930 hilbijartina Perlemantoya Iraqê pêk bîne. Ji bo ku perlemanter biçin perlemantoyê biryar dihat xewestin kû biryar liser peymana 3'ê meha Hizîran a 1930 ya Londonê bê dayîn. Li dijî vê yekê jî gelê Silêmaniyê bi vê biryarê nerazî bûn û biryara 'Boykot' kirina hilbijartinê dan. Li Iraqê jin jî heya sala 1984 mafê wan ya dengdanê tûnebû.
Raperîna Berderkê Sera
Têkildarî raperîna Berderkê Sera, siyasetvanê Kurd Îbrahîm Ehmed, dibêje: "Êvara 5'ê Îlona 1930'î sitranbêjê Kurd hûnermend Reşola hat malê me, pirsa Fayek Bêkes li min kir. Min jî li Reşol pirs kir çi karê te bi Bêkes heye. Ew jî got: "Vê êvarê ez bi Sera re derbas bûm, Baba Şêxê fermandarê polîsan gazî min kir. Ji min re got; Reşol hûn dibêjin em Kurd dixwazîn û hilbijartinê naxwazîn û boykot dikin. Sibê hilbijartine, hûn nikarin hilbijartinê boyîkot bikin. Em dizanin emê çi bînin serê we." Îbrahîm Ehmed wiha jî dibêje: "Reşol got emê sibê bi Fayîq Bêkes re reperîn û meşê bidin destpêkirin û destûrê nadin ku hilbijartin pêk bê."
Roja 5'ê îlonê hikûmeta Iraqê operasyona lêgerînê da dest pêkirin û biser malan de girt. Roja 6'ê Îlon a 1930'î li nava bajar hêzek zor a polîs û eskeran hate belav kirin. Xelkê bajara Silêmaniyê li Berderkê Sera kom bûn û silogan di avêtin û helbest dixwendin. Daxwaza serbixweyî ji bo Kurdan dikirin. Polîsan xwes gel belav bikin û rê li çalakiyê bigrin. Lê nekarîn pêşiya destpêkirina meş û raperîna gel bigrin. Gûle biser gel de barandin. Rewş tevlîhev bû. Herî kêm 25 kes hatin kuştin, 195 kes jî birîndar bûn û bi dehan jî hatin binçav kirin. Dinav de Fayîq Bêkes jî birîndar bû.
Yek ji berşdarên çalakiyê Ehmed Xwace di bêje 32 kes di wê rojê de hatin kuştin û bi sedan jî birîndar bûn. Hersal roja 6'ê Îlonê wek roja reş ya şeşê îlonê tê nasîn.
Raperîn Hewlêrê jî dest pêkir!
Roja 9'ê Îlona 1930'î jî li ber avahiya waliyê Hewlêrê jî dengê nerazîbûnê bilind bû. Şer û pevçûn derkt û wesayîtên hikûmetê hatin şewitandin. Ev raperînên ku li Silêmanî û Hewlêrê pêkhatin, yekemîn meş û herekete xebatên siyasî li gûndan ber bi bajaran ve guhart.
Hikûmeta Iraqê ji bona ku şêniyên Silêmaniyê bêdeng bike û nehêle raperîn bidomin, serî li dek û dolaban da. Iraqê di 28’ê Îlona 1930- 24’ê Nîsana sala 1935 kesatiyên diyar yê Kurda Ehmed Begê Tofîq Beg wek Waliyê Silêmaniyê wezîfedar kir. Lê dîsa jî hikûmta Iraqê nekarî rê li pêşiya meşên nerazîbûnê û serhildana gel bigire.
Ehmed begê Tofîq beg
Navê wî Ehmed begê Tofîq beg û di sala 1898 ji malbata Xendan ya bajara Silêmaniyê ji dayîk bûye. Ew di nava malbatên bajara niha ya Silêmaniyê de xwedî navûdenge. Tofîq beg, ji 7 Adara1925- 9’ê Nîsana 1927 yekem Waliyê dema deshilatdariya paşatî ya Iraqê bûye.
DÎHA/HEWLÊR