Mala Jinan a Kardelen, koroya ku ji 25 jinan pêk tê ava dike. Koroya jinan dê ji 2 koman pêk bê. Koma yekem piştî di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bi projeya "8 jin, 8 stran û 8 ziman" derkevin ser dikê, de koma 2'emîn tev li koma 1'emîn bibe. Koma Koroya Jinan a ji 25 kesan pêk tê jî de di Roja Dayikan de bi bernameya "Newaya Ji Dayikan re" dê starta xebatê bidin. Jin dê bi zimane ermenî, suryanî, Kurdî (Kurmancî, Dimilî Soranî), tirkî, erebî, romî, derkevin ser dikê. Serlêdanên koroyê di 16'ê mijdarê de dest pê kir û di nava 3 hefteyan de 50 jinên ku temenê wan dinava 15 û 40 salî de seri li wan dan. Piştî 50 jinan serî li Mala Jinan a Kardelen da, dê di vê hefteyê de 25 kesan ji nava wan hilbijêrin. Jin dê di destpêkê de dersên ritîm, newa û guhdarkirinê, awaza deng bidin. Jinên ku hatin hilbijartin dê di merhaleya duyemîn de karibin di nava koroye de cih bigirin.

8'ê Adarê dê li ser dikê bin
Di koma yekem de dê 8 jin di komêde cih bigirin û di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bi 8 zimanan stranê bêjin. Jin dê bi projeya "8 jin, 8 stran û 8 ziman" derkevin ser dikê. Jin dê di 8'ê Adarê de bi zimanê ermenî, suryanî, Kurdî (Kurmancî, Dimilî Soranî), erebî, tirkî û rûmî stranan bêjin. Koroya 2'yemîn a ji 25 jinan pêk tê jîdê di di 2'mîn Yekşema meha gulanê Roja Dayikan de derkevin ser dikê. Kom dê bi "Newaya Ji Dayikan re" derkevin ser dikê.

Zanebûna Kurdî şert e

Mamosteya koroyê ya Mala Jinan a Kardelen Dîlek Alpaslan, diyar kir ku eleqeya jinan a jibo koroyê baş e û şertêwan ê Kurdî zanibin heye. Alpaslan, anî ziman ku heta niha 50 jinan serî li wan daye û serlêdan berdewam dikin. Alpaslan, destnîşan kir ku dê di 8'ê Adarê de bi bernameya taybet a ji bo Amedê koma yekem derxin ser dikê û koma 2'emîn jî di meha gulanê roja dayikan de bi 25 jinan derkevin ser dikê.

DÎHA/AMED