Fûara Pirtûkan a Amedê doh bi dawî bû. Li gor agahiyên amadekaran di 8 rojên fûarê de 175 hezar û 800 kes çûne serdana fûarê.

7’emîn Fûara Pirtûkan a Amedê ku ji aliyê TUYAP’ê ve hat organîzekirin bi awayekî serketî û bi beşdariyeke mezin doh bi dawî bû. Di fûarê de li dor 130 weşanxane û saziyên sivîl desgeh vekirin, bi sedan çalakiyên çandî li dar ketin. Her wiha bi sedan nivîskaran pirtûkên xwe îmze kirin.

TUYAP’ê piştî bidawîbûna fûarê hejmara kesên çûne serdana fûarê eşkere kir. Li gor TUYAP’ê bi temamî 175 hezar û 800 kes çûne serdena fûarê ku ev weke hejmareke gelekî baş hatin destnîşankirin.

 

AMED