
Pîrozbahî yadî fermandarê pêngava 15'ê Tebaxê Mahsûm Korkmaz (Egîd), fermandarê gerîla yê di pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê de roja 17'ê Tebaxê di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest da Engîn Sîncer (Erdal) û Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê û Endamê Meclîsa PKK'ê Kadîr Çelîk (Huseyîn Mahîr-Apê Hûs) ê li gel komeke hevalên xwe di 2'ê Tebaxê de li Çiyayê Kato Jîrka ji ber teqîna mayinê jiyana xwe ji dest da, hat kirin.
Pêngava 15'ê Tebaxê mîladek e
Beriya pîrozbahiyê Fermandarê Navenda Parastina Gel Murad Karayilan di merasîma leşkerî de axivî û destnîşan kir ku roja ew tê de ne, dîrokî û pîroz e. Karayilan diyar kir ku Pêngava 15'ê Tebaxê di dîroka Kurdistanê de mîladeke û weha axivî: "Pêngava 15'ê Tebaxê, bidawîkirina rêveçûna serberjêriyê ya li Kurdistanê, destnîşankirina hebûna gelê kurd a li ber mirinê ye. Siyaseta qirkirinê ya li Kurdistanê, gel anîbû ber tinekirinê. Pêngavê, ev rewş ji holê rakir. Ji nû ve giyan da gel û şoreşa azadiyê bi pêş ve xist. Bi vî rengî gelê Kurdistanê zincîra koletiyê qetand û dest bi têkoşîna azadî û demokrasiyê kir. Rêberê me bi fikir û îdeolojiya xwe re, bi têkoşîna xwe re şoreşa ramanê, şoreşa civakê, şoreşa jinê li Kurdistanê ji nû ve afirand. Giyana neteweyîbûnê afirand. 15'ê Tebaxê giyan e, armanc û baweriyeke mezin e. Li dijî mêtîngeriyê, nîşandana giyan serketin û azadiyê ye. Vîna gel afirand, gel rakir ser piyan. Giyan da mirovahiyê. Li her çar parçeyan yekitiya gelê kurd derxist holê. Vê giyanê Kurdistan anî roja îro û gihand asta çareseriya azadiyê. Her çend êrîş, komplo û konseptên tinekirinê her hatin meşandin jî her çend gelek dewlet û hêzên navnetewî li pişt van êrîşan bûn jî ev hemû êrîş bi giyana 15'ê Tebaxê hatin pûçkirin. Ne tenê çend dewlet, bi dehan dewlet, NATO li pişt van êrîşan bûn. Gelê Kurdistanê, ev êrîş her tim bi vê giyanê pûç kir."
‘20 hezar şehîdên me hene'
Karayilan da xuyakirin ku li ser bingeha Pêngava 15'ê Tebaxê, bîr, bawerî, biryardarî û amadekariyeke mezin heye û got, "Di bingeha Pêngava 15'ê Tebaxê de bawerî, giyana serketinê, ked, birdozî û nirxên gelekî mezin hene. Ji aliyê din ve jî kedeke mezin a Rêberê me heye. Berxwedana mezin a zîndanan, berxwedana Egîdan heye. Ev 29 sal in li dijî êrîşên cûda, tevgera, gelê, gerîlayên me yên azadiyê li ber xwe dan. Lê ev berxwedan ewçend hêsan nebû. Berxwedanên gelekî mezin xwe dan der. Destanên lehengiyê afirîn. Van Egîdan, van lehengan bi xwîna xwe dara Kurdistanê av dan. Desteya 15'ê Tebaxê ya bi berxwedana xwe afirandin, veguherandin Cejna Vejînê. Heta niha ji gerîla û milîsên me 20 hezar şehîdên me hene. Van şehadetan em anîn vê rojê. Me 20 hezar fermandarên milîtan şehîd dan. Bi vî rengî me gihandin vê rojê."
Fermandarên pêngavan
Karayilan bibîr xist ku beriya 10 salan di 17'ê Tebaxa 2003'an de ji nû ve bicihanîna pêngava 15'ê Tebaxê li nava gerîla dihat nîqaşkirin û axaftina xwe weha dewam kir: "10 salan beriya niha, di nava gerîla de nîqaş dihat kirin ku gerîla were nûkirin, ji nû ve were rêk û pêkkirin, pêngava 15'ê Tebaxê bi hêztir bicih were anîn. Di vê çarçoveyê de perspektîfên Rêberê me hebûn. Li hemberî vê jî xeta teslîmkariyê ya xayin û tasfiyekaran ferz dikirin, hebû. Beriya niha bi 10 salan, ji bo em peyamê bidin ku HPG ji bo pêngaveke bi vî rengî amade ye, di bin fermandariya hevalê Erdal de di 17'ê Tebaxa sala 2003'an de li qada Kanî Cengê ya Qendîlê me pîrozbahiyeke bi heybet a 15'ê Tebaxê pêk anîn. Ev destpêkek û peyamek bû. Ne tenê merasîmek bû. Bi rojan, di bin fermandariya hevalê Erdal de amadekarî hebûn. Bi rojan pêşbirk hatin lidarxistin. Ew bi xwe jî di nava van pêşbirkan de bû. Ev pêşbirk, ya yekemîn bû, ji ber vê şehadetê jî bûn ya dawî. Piştî wê, me êdî merasîmeke bi vî rengî lidar nexistin. Lê em dixwazin vê ji niha û pê ve dewam bikin. Em dixwazin her pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê û salvegera şehadeta Hevalê Erdal bi atmosfera festîvalê pêşwazî bikin. Ev biryareke beriya 10 salan bû. Lê di dema wan pîrozbahiyan de, wekî tê zanîn hevalê Erdal şehîd ket. Ji ber vê yekê, ev biryara me rawestiya."
Karayilan diyar kir ku niha ew di 10. salvegera şehadeta hevalê Erdal de ne û axaftina xwe wiha dewam kir: "Wê demê amadekariyên Pêngava 1'ê Hezîranê hebûn. Hevalê Erdal bû fermandarê Pêngava 1'ê Hezîranê. Çawa ku fermandarê Pêngava 15'ê Tebaxê fermandarê me yê mezin Egîd e, afirînerê Pêngava 1'ê Hezîranê jî hevalê Erdal e. Ji bo em bîranîna van Egîdan, van fermandarên xwe jîndar bikin, divê em weke HPG Şoreşa Vejînê bi hêzeke mezintir pêşwazî bikin. Divê em bi giyana Egîdan, Erdalan pêşwazî bikin. Divê em di xeta Rêber Apo de, li ser bingeha nûbûn, kûrbûn, proje û stratejîk de, di warê leşkerî, çandî, siyasî û birdozî de, têkoşîna hevalên Egîd û Erdal xurtir bikin. Ev wezîfeya bingehîn a HPG'ê ye. Li ser vê bingehê em van hevalan bibîr tînin. Di kesayetiya fermandarê me yê mezin Egîd, fermandarê me yê mezin Erdal de hemû şehîdên xwe yên şoreşê bibîr tînin. Soza me dane wan, li vir careke din dûbare dikin û dibêjin; Dila dilê we aram be. Çeka we dê li erdê nemîne. Em ê armancên we bicih bînin. Em ê Kurdistana Azad û jiyana azad û demokratîk ava bikin. Em ê bîranîna we bi vî rengî jîndar bikin. Soza me dane van lehengan ev e. Em ê di nava jiyan û kar de xwedî li soza xwe derkevin."
ANF/BEHDÎNAN