'Dewlet li dijî elewiyan cudakariyê dike'
Demîrtaş bal kişand li ser rojiya Muharemê ya elewiyan jî û got ku li gel hemû pêkutiyan 4-5 milyon mirov xwe wekî elewî didin nasîn û wiha berdewam kir: "Lê elewî di dîroka komarê de qet nebûne welatiyên wekhev. Ji bo ku habûna wan a çandî bê tunekirin polîtîka hatiye meşandin. Dêrsim mînakeke vê ya cuda ye. Çorum, Mereş û Sêwas yek ji wan e. Heke dewlet bihistiyariya ji bo sunniyan nîşanî elewiyan nede wê demê dê li dijî elewiyan cudakariyê bike. Divê baweriya dewletê nebe." Demîrtaş da zanîn ku televîzyonên ku di meha rojiyê de weşanê dikin heman bihistiyariyê ji bo meha Muharremê nîşan nadin.
Demîrtaş bi gotina "welatîbûna wekhev mafên her kesî ye" daxwazên elewiyan anî ziman û got ku divê ji bo elewiyan dersa ol neyê qedimandin û xwest Cemxane wekî perestgeh bên qebûlkirin û Serokatiya Karên Diyanetê jî bê girtin. Demîrtaş bilêv kir di tu qanûnan de nayê gotin ku elewî nikarin bibin walî lê, waliyeke elewî nîn e. Demîrtaş ji bo ku qetlîamên wekî Dêrsim, Mereş, Sêwas û Çorumê bên ronikirin xwest Komîsyona Heqîqetan bê avakirin.
Demîrtaş di axaftina xwe de xwest ku daraz bêalî be û ji bo dozgeran jî banga "kîjan wezîr, şexsê navdar, di kîjan doza girîng de daxwaz kirin aşkera bikin" kir. Demîrtaş pirsa "kîja wezîr û kîjan dozger li wezaretê der barê dosyaya KCK'ê de axivin" kir. Demîrtaş got ku daraza ku 5-6 hezar siyasetmedaran digire li gorî wan serbixwe nîn e û wiha axivî: "Ev bi fermana AKP'ê hatine kirin. Kesên ku me guhdar dikin we nakin. Bila mereq nekin, dema ku wext bê dê guhdarkirinên der barê we de jî derkeve holê. Bila kes mereq neke. Em ê wê demê bibînin kî bi kê re çi axiviye."
'Şikeya esasî di siyasetê de ye'
Demîrtaş guhertina di qanûna şîkeyê de jî rexne kir û wiha got: "Ji bo 5-6 hezar siyasetmedaran kesek tiştekî nake, ji bo rojnameger û parlamenteran tiştekî nakin ji bo qanûna şîkeyê dixebitin. Me di serî de li dijî qanûnê muxalefet kir. Heke ev qanûn bê meclîsê em ê dîsa muxalefetê bikin. Tenê ji b gotineke 'birêz' 15 meh ceza didin. Hûn çi dibêjin. Heke derdê we edalet be werin em bi hevre pêk bînin. Ev bûyera şîkeyê wisa tiştekî hêsan nîn e. Pereyên mezin hene. Têkîliya vê bi siyasetê re jî heye. Divê dozger heta dawî bi ser de biçin. heke ev qanûn bên em ê dîsa li dijî wê derkevin. Em ê lêkolîna Meclîsê bixwazin. Pirsgirêk ne ya jiholêrakirina mexdûrbûnane. Li vî welatî bi sed hezaran mexdûr hene. Em ê destûrê nedin şîkeyê. Em ê nehêlin di meclîsê şîke bê kirin. Şîkeya esasî di siyasetê de ye. "
Demîrtaş bal kişand li ser 3'yê kanûnê Roja Astengdaran a Cihanê jî û diyar kir ku guhertinên ku jiyana astengdaran zehmetir dike hene û got ku yên astengdar ne ew in, em in. Demîrtaş talîmata her roj pirsgirêkên astengdaran anîna rojevê da.
'Emê muxatefeta herî hişk bikin'
Demirtaş, bal kişand ser "pêşnûmeya zagonê ya fînansa terorê" û wiha lê zêde kir: "Di vê mijarê de tenê em muxalefetiyê dikin. Tenê me li hemberî sererastkirina şahidê nepen derketin. Maxalefeta sereke ya ku piştgirî da TMK'ê niha herî zêde ew bi gazinc e. Niha jî dixwazin bi vê pêşnumeyê malê ku dilê wan dixwaze desteser bikin. Dixwazin li gorî xwe malê dewletê li hev parve bikin. Ger ku hûn kesên tev li şîdetê bûne tespît dikin çi pêwist be bikin. Bila pêşnûneya Neteweyên Yekbûyî wergerî Tirkî bikin û bikin zagon. Lê ger ku hûn li gorî xwe tev bigerin û malê her kesi desteser bikin BDP destûrê nade te. Ger uk ev pêşnûma derbas bibe em dê muxalefeta herî hişk ya 5 salên dawî bikin.
Demîrtaş, da zanîn ku çareserî makeqanûna nû ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Niha hikûmet di nava nakokiyan de ye. Divê berî her tiştî komkujiya siyasî bi dawî bike. Piştî ku komkujiya siyasî bi dawî kirin bila wê demê bê em daxwazên wan niqaş .ikin. 2.5 salin hewldanên çareseiyê heye. Lê li holê tu çareserî tune. Li ser navê fînansmanê qirkiria aboriyê pêş dixin. BDP muxatabê kesên çareseriya wan a siyasî heye ye. BDP kabûsê kesên dixwazin komkujiya siyasî pek bînin e. Niha serê hikûmetê tev li hev e û nizane çi dike."
Demîrtaş, bilêv kir ku ew ji bo butçeyê xwe bi rêk û pêk amade dikin.
DÎHA/ENQERE