Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan ji ANF’ê re axivî û bangên ji bo agirbestê û bûyerên di mîtîngê de qewimîn nirxand. Karayilan tundiya polîsan a di bûyerên li Amedê de weke “faşîzm” bi nav kir û destnîşan kir ku bingehê agirbestê ji aliyê rejîma AKP’ê ve ji holê hatiye rakirin û bi bîr xist ku wana di serdema AKP’ê de 5 agirbest ragihandine.
'Li Amedê AKP têk çû'
Karayilan mîtînga 14’ê tîrmehê ya ku ji aliyê KCD û BDP’ê ve hatibû organîzekirin û rastî terora polîsên Tirk hatibû jî nirxand û ev tişt anîbû ziman: “Rejîma AKP’ê di 14’ê tîrmehê de li Amedê careke din rûyê xwe yê rast nîşan daye. Tişta li wir pêk hat mirov tenê dikare bêje faşîzm e.”
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Karayilan bi lêv kir ku biryara qedexekirinê ne ya walîtîyê bû, biryara Erdogan bû û diyar kir ku AKP dixwaze gelê Kurd biçewisîne.
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku heta îro li holê pêkanîna qirkirina siyasî hebû, li hemberî vê jî hin aliyên dikevin nava hêviyên “gelo zemîneke siyasî heye an na?” Lê AKP’ê di 14’ê tîrmehê de li Amedê bi pêkanîna faşîzma xwe van hêviyên biçûk ên dawiyên yên van derdoran jî tune kirine û qetil kiriye. Karayilan wiha pêde çû: “Ji 14’ê tîrmeha sala par ve, li hemberî tevgera me şerekî topyekun heye. Ev şer destpêkê bi pêşxistina sîstema îşkecen û tecrîda giran a li ser Îmraliyê hat meşandin; li hemberî siyaseta Kurdan jî operasyonên qirkirina siyasî di bin navê KCK’ê de bi awayeke berfireh pêk hatin. Lê li hemberî van êrîşan hemûyan, di serî de Rêber Apo û hevalên bi wî re, hemû gelê Kurd, siyaseta Kurdan û bi taybet jî gerîlayên azadiyê berxwedanake mezin nîşan dan; li ser vî esasî, hikûmeta AKP’ê bi binketinê re rû bi rû hişt.”
Karayilan binketina AKP’ê ya di polîtîkaya derve de jî nirxand û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne tenê di têkoşîna li hemberî me de bin ketiye. AKP’ê li seranserê Rojhilata Navîn polîtîkayeke binketî pêk aniye. Got bi cîranan re ‘ sifir pirsgirêk’, lê îro bi hemûyan re pirsgirêk heye, bi tenê ma. Ji ber wê jî AKP çawa di pirsgirêka Kurd de bin ket, di polîtîkaya xwe Rojhilata Navîn de jî bi ser neket.”
ANF/BEHDÎNAN