Îsmaîl Beşîkçî, Hevsera wî Leman Beşîkçî, Parlementerê BDP'ê Husamettîn Zenderlîoglu, Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş, Parlemeterê berê Ufuk Uras û gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û nivîskar tevlî vekirinê bûn. Parlementerê BDP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan û Nivîskar Murthan Mungan ji merasîmê re peyam şandin.
Serokê Waqfê Îbrahîm Gurbuz axaftina vekirinê kir. Gurbuz, bal bişand ser plansaziyên weqfê û wiha axivî: "Vê weqfê ji bo lêkolîneran çavkaniyekê pêk bîne ji xwe re hedef girt. Di pirtûkxaneya me de hemû pirtûk û xebatên Beşîkçî hene." Piştî re sînevîzyona hate pêşandan. Pişt re Îsmaîl Beşîkçî axivî û diyar kir ku ji ber pirtûk û kovarên amade kirin gelek caran li mal û ofîsa wî lêgerîn pêk hatin. Beşîkçî, anî ziman ku di lêgerînan de her tim hemû pirtûk û kovarên wî dihatin destserkirin û wiha got: "Em dê bi avakirina vê weqfê hemû arşivan biparêzin. Hevalên dixwazin lêkolînan bikin dikarin li pirtûkxaneya weqfê fêde bigirin. Pirtûkxane dê ji bo hemû lêkolîneran xwedî ciheke girîng be."
'Perwerdeya bi Kurdî ferz e'
Beşîkçî, anî ziman ku pirsgirêka Kurd êdî pirsgirêkeke navneteweyî ye. Beşîkçî, da zanîn ku ji ber hikûmeta AKP'ê pirsgirêk baş fêmnekir polîtîkayên înkarê berdewam dike. Beşîkçî, bal kişand li ser nîşaqên Kurdî wekî dersên hilbijartî û wiha pê de çû: "Dersên Kurdî wekî dersên hilbijartî dîtin tê wateya nefêmkirina pirsgirêka Kurd. Dikarin zimanê Kurdî ji bo Tirkan, îngîlîz û elmanan bikin dersên hilbijartî, lê ji bo Kurdan nabe dersên hilbijartî. Zimanê 20 mîlyonan nabe dersa hilbijartî. Divê teqez wekî pêdivî bê dîtin."
Piştî Beşîkçî Parlementerê BDP'ê Zenderlîoglu û Şaredarê Surê Demîrbaş jî axivîn. Weqfa Îsmaîl Beşîkçî di 5'ê çileya 2012'yan de hate avakirin lê di aliyê weqf di 27'ê mijdara 2011'an de di Rojnameya Fermî de bi awayeke fermî hate avakirin. Weqf dê li Amedê Kompleksa Çandê ya Îsmaîl Beşîkçî ava bike.
STENBOL