
Endamê DÎAYDER'ê Mele Ekrem Baran jî bertekên xwe anî ziman hikûmet bi van poltîkayan dixwaze gel bixapîne û wiha axivî: "Hikûmeta AKP'ê ger ku dixwaze di dîroka Kurdistanê de cih û girîngiya medreseyan zanibe bila biçe lêkolîn bike. Di dîroka Kurdistanê de cihê ol û medreseyan gelek mezin e. Mele Tayrî, Feqiyê Teyran kesên li medreseyan perwerde bûne û li gorî çanda wan mezin bûne. Em dizanin ku armanca AKP'ê cuda ye û xapandina gel e. Ev projeya AKP'ê ye û ji bo xapandinê ye."
'AKP polîtikayên bişaftinê dimeşîne'
Endamê DÎAYDER'ê Mele Ekrem Soylu jî anî ziman ku cihê medreseyan di nava Kurdan de cihekî girîng digire û wiha axivî: "Hezar sal berê medrese ji bo Kurdan wekî zanîngehê îro bûn. Hemû ilmên olî, zanistî û civakî li wir dihat dîtin. Lê di salên 1970,1980 û 1990'an de bi hinceta bi Kurdî weaz dane ji peyvirêhatin girtin û hatin sirgûnkirin. Pişt re liser navê meleyan polîs, leşker û mirovên xwe şandin herêmê û her tişt belavkirin. Ev lîstik û polîtîkayên AKP'ê yên perçekirin û tevliheviyê ne."
STENBOL