Pîre anî ziman ku aramnca Tirkiyeyê herêma tampone û wiha pêde çû: "Hewildanên Tirkiyeyê ji mêjve heye, bi navê parastina sînor bikeve Rojavayê Kurdistanê. Dixwaze herêmekî tampon ya 700 km ava bike. Ev yek li dijî gelê Kurd e. Ev hewildanên Tirkiyeyê xizmeta terorîstan dike. Divê Başûrê Kurdistanê bi hemû rengî parastina Rojavayê Kurdistanê bike."
Pîre bal kişand ser êrîşên çeteyan yên li hemberî Rojava û Bakûrê Kurdistanê û wiha axivî: “Dibe ku li dawiya şerê DAIŞ'ê, peymaneke din bê çêkirin. Dibe ku bi navê Lavrov-Kerry lihevkirinek pêk were. Divê vê carê di vê lihevkirinê de ji bo Kurdan şans hebe. Divê hemû Kurd xebatê bikin, da ku weke peymana Sykes-Picot ji derve nemînin."
Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Seedî Ehmed Pîre got, divê civaka navnetewî daxwaz ji Tirkiyeyê bike ku van êrîşên xwe bide rawestandin û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Tirkiyeyê û Bakûrê Kurdistanê tenê bi rêya aştiyê û goftûgoyan dikarin pirsgirêka Kurd çareser bike. Ev şer ne xizmeta Tirkan dike ne jî ya Kurdan."
ROJNEWS/HEWLÊR