Karekterên romanê yên bingehîn Hesik (zanîngeh di nîvî de hîştî) û Dergo (sîtvan) her du jî bi êşkenceyan hatine dîn kirin, lê li gel wan bi dehan gulên civakê (dînên bê zirar) hene. Mijar di salên şêstî û heftêyî de derbas dibe. Ji rastiya jiyanê ye. Roman ji jiyana rojane hetanê mîtolojiyan, ji henek û nûkteyan ta gotinê bav û kalan berfireh dibe. Dîmeneke balkêş ji timarxaneya Xarpêtê jî bûye xemlê rûpelên romanê. Di vê romanê de ken, gîrî û fikirandin bi hev re ne. Cara yekem Cemekê Eleviyên Kurd bi Kurdî yanî hemû gulbang û henaseyên wan bi Kurdî cîh digire.  Termînolojiya cemê, termînolojiya leşkerî, ji leşker bigire ta sererkaniyê,  Zimanê Sumerî, Ereb û Mislimanî bi gelek aliyên cuda yên jiyanê ev roman hatiye xemilandin.

Di rupela yekem de ev gotina keça Kurd a 5 salî  heye: “Yek fêm dike, nabîhîse; yê din dibîhîse, lê fêm nake!” Alîna Bozat (Neviya nivîskar)   
Di rûpela duyem de jî ev gotina Renê Descardes Heye:  "Di cihanê de tu tişt bi qasê baqiliyê wekhev nehatiye parve kirin, lew re her kes di wê baweriyê de ye ku ew bi têra xwe baqil e.“

Beşek ji romanê: Felsefa dînekî min

"Dergo, wan segbavan çima li te xistin? Çi ji te dixwestin?"
Dergo berê milê xwe hejand, tew nezanî, ka sebebeke çawa bibîne, tenê dengekî wekî "ihh" derxist. Lê Asê pêsîra wî berneda:
"Ev 'ihh' jî çi ye lo?- Ma zimanê te tune? Yan te vê carê ji tirsan zimanê xwe daqulandîye? Wan segbaban çima li te xistin?“
Dergo berê got: "Bisekine ez carê bifikirim!“ Bi vê gotina xwe re kete nava ramanan! Wî li Ataturk heqaret nekiribû. Tewaneke wî yê din jî tunebû! Ew carê bi Kurdî axivîbû, Kurdî axaftin sûç bû, dibe ku ji ber wê ew girtibin û wisa bi xedarî li wî dabin. Lema wisa gote wê:
"Ji bo zimanê te li min xistin!"
"Ji bo zimanê min!?"
"Erê ji bo zimanê te! Min bi zimanê te qezî kir, lema!"
"Te bi zimanê min qezî kir Lema?(!)"
Dengê herdûwan hate birîn. Her duwan jî, xwe berdan nava bîra ponijînên kûr! Jiwê bi qasê çend kêliyan bêdengî li wê zîndanê bu desthilatdar. Deng ji wan leşkerên girtî jî dernediket. Dema Mamo li ser hev kuxiya, Asê vê carê berê xwe da wî û wiha ji wî pirsî:
"Lê çima li te xistin?“
"Xaltî ez zimanê wan nizanim! Ez tiştekî nizanim! Bajarî bêbext in! Ez dixwazim cardin biçim nava kevirên xwe!"
"Kuro çima li te xistin?"
"Divê ez hinek ji aqilê xwe bipirsim!"
"De bipirse! Hadê de bipirse!"
"Ha hat bîra min. Ji ber ku ez bi 'zimanê keviran' qezî dikim lema!"
"Çi? Zimanê keviran?(!) Ew jî çi ziman e lo?"
"Zimanê min û kevirên min e!"
"Ka qezî bike, hele zimanekî çawan e!"
"Qum, xîç, kuç, hîm, zinar, baxir! Be be beton, na na, ne beton! Şil şîl!"
"Kuro ev zimanê min e!"
Mamo li ser vê gotina Asê gelek şa bû û wiha got: „Ihi ihî! Xaltîkê jî zimanê keviran dizane! Xaltîkê jî zimanê min dizane! Ez ê ji kevirê xwe re bibêjim!..“
Asê dengê xwe birî û kete nava ponijînên tarî. Bi carê ve gotina Dergo ya; "Ji bo zimanê te li min xistin!“ li pey jî gotina Mamo ya; "Ji bo zimanê keviran!" di mêjiyê wê de berê hêdî dêdî, li pey jî bi awayê dengê tînîtûsa nexweșiya gohan guviya. Di pindekê vê guvînê de hișk bi serê xwe girt.  Xwe bi xwe bi gîrî got: "Kurê min jî bi zimanê min qezî dikir! Wê çaxê kurê min jî ji ber zimanê min kuştine!" Bi carê ve serê xwe kir nava her du destên xwe û bi lorîn wiha naliya: "Wî li min, wî li min! Zimanê min bela serê min! Kurê min jî kuştin ji ber vê zimanê min! Zimanê min bela serê min!…" 

FRANKFURT