
Mamosteyê Şano û endamê Rêveberiya Çand û Hunerê Ekîn Ronî li ser xebatmên şanoyê nerînên xwe anîn ziman û wiha got: "Gelek xebatên me yên cuda cuda hene; lê belê ez dixwazim hinekî li ser xebatên şano rawestim. Dema ku dibistanên wargehê ketin demsala betlaneyê di meha Gulanê de me dewreyeke perwerdeyê ya şano vekir. Ev dewreya perwerdeyê ji zarokên ku di refên 4-5-6 dixwendin, ango ji zarokên 8-9-10-11-12 salî pêk dihat. Ji bo dewreyê eleqeteke pir mezin hebû, nêzîkî 80 zarokan qeyda xwe çêkir. Hejmareke zêde bû; lewma me bi awayekî kom kom cuda kir. Di heman demê de perwerdekirina hejmareke ew qas zêde zehmet bû. Beriya niha komek ji wan hebû, 3 kom jî me nû ava kir. Bi kurtasî me di nav 2 mehan de 4 kom ango 80 zarok perwerde kirin. Di perwerdeyê de bi piranî li ser lîstikvanî, dîsa bikaranîna deng, bê zarok çawa dikarin dengê xwe bi kar bînin; her wiha tevgera xwezayî, meş, jest û rû çawa dibe em li ser rawestiyan. Paşê pêwîstî bi pratîkê hebû. Li ser vî esasî jî me hinek lîstikên şano amade kirin."
'Çar lîstik'
Ekîn Ronî diyar kir ku heta niha 4 lîstik dane pêşiya xwe û wiha berdewam kir: "Em bi piranî lîstikên xwe ji çîrokên kevnare yên Kurdî werdigirin. Wan çîrokên kevnare ku dapîr û bapîrên me bi salan dibêjin em weke senaryo dinivîsînin û zarok jî dilîzin. Ji wan çar lîstikan yek 'Çûk û Pîrê' ye. Me gelek caran nêzîkî 5-6 caran ev lîstik lîst. Bi munasebeta Roja Penaberên Cîhanê li Hewlêr jî me ev lîstik lîst. Lîstikek jî bi navê 'Hevaltî' heye; jixwe navê wê li ser e, mijar li ser hevaltiyê ye. Lîstika sêyemîn jî 'Rovî û Pîrê', lîstika çaremîn jî 'Heft Bira' ye -ev jî çîrokeke kevnare ye-. Di nav van lîstikan de 'Çûk û Pîrê" me gelek caran lîst, me niha navber daye vê lîstikê. Me lîstika 'Heft Bira' ku li ser jiyana demokratîk û komunal e, bi zimanê zarokan tê lîstin mijara vê wiha ye: Dayikek heye li gund dijî. Dixwaze çanda xwe ya berê bijî, ji jiyana gund hez dike. Heft kur û keçeke wê hene. Heft kurên wê diçin bajêr kar dikin. Xwîşka wan a biçûk dixwaze biçe heft birayên xwe kom bike û bizivirîne gund. Jiyana gund çawa di dîrokê de li derdora jin-dayik bi awayekî komunal e, wisa ye. "
'Şanoya profesyonel di nav zarokan da pêş dikeve'
Ekîn Ronî axaftina xwe wiha domand: "Dema ku Heval Hêvî li vir bû xebatên şanoyê pêş dixist, ew şehîd ket. Heval Hêvî, li vir gelek lîstikên şanoyê amade kir û lîst. Wê demê koma şanoyê jî hebû, lê belê rewşa wargehê ya aborî û sedemên cuda cuda hişt ku karê şanoyê hinekî bisekine. Me jî wek fikrekê xwest em vî karî ji zarokan ango ji bingeh dest pê bikin. Me got, em tecrûbe û eleqeta wan ji zarokatî de bigirin dest û wan perwerde bikin. Dema mirov ji zarokatî de dest bi şanoyê bike ji bo dema pêş hîn baştir e. Hin kesên ku temenê wan mezin in jî hene û dersa şano dibînin, derdikevin ser dikê. Ji bo roja me jî em dikarin bêjin ku şano bi rengekî profesyonel di nav zarokan de pêş dikeve û ava dibe. Lewma em vê weke kurs, dewre yan jî perwerdeyeke, demsalî nabînin. Ango em wer nafikirin ku zarok havînê hinekî perwerdeya şano bibînin, bilîzin û paşê biçin dibistane."
'Rojeveke zarokan heye'
Ekîn Ronî axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ez li Bakure Kurdistanê jî jiyame. Ji bo şano eleqetek heye, lê belê bandora Rojavayî ye. Lîstikên Rojavayî dilîzin, Dekor, cil û bergên wan hemû Rojavayî ne. Di encam de Kurd û Kurdistanê zêde nas nakin. Dîsa li Rojavayê Kurdistanê li hin cihên nêzîkî Ereban Kurdên dijîn hinekî ji Kurdîtiya xwe dûr ketine. Di muzîk, şano û nêzîkatiyên wan de mirov hinekî reşbînî û arabeskê dibîne. Lewma Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem di vî milî de dikare pêşengiyekê bike. Di aliyê çand û huner, perwerde, ziman û hwd. derfetên pir muezzem hene. Li gelek deveran zarok nikarin bi zimane Kurdi biaxifin. Ji ber ku asîmîlasyon heye, derfetên dibistanan li wan deveran nîn e. Wargeh di vî alî de xwedî roleke mezin e, tu dikarî li wargehê zarokekî 7 salî jî derxî ser dikê. Ev xusûs dibe ku îro ji bo wargehê normal were dîtin; lê belê ji bo Kurdan serketineke pir mezin e. Ji ber ku kesên li wargehê dijîn her roj bi van xusûsan re rû bi rû tên êdî ji bo wan normal tê; lê belê ji bo Amed, Batman an jî warekî cuda yê Kurdistanê destketî û serbilindiyek mezin e. Lewma di mijara şano de jî ku bi zimanê Kurdî zarok berhemên xwe çêdikin û ji ber lîstikên xwe ji çanda kevnare ya Kurdî werdigirin mirov dikare wek pêşeng bigire dest û binirxîne."
Ekîn Ronî axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Lîstika bi navê 'Heft Bira' ku me pêşkêş kir rastî eleqeyeke mezin hat. Bi giştî di nav wargehê de rojeveke aîdî zarokan heye. Ev lîstika me ya duyemîn bû. Ew dide xuyakirin ku xebatên me ne demkî ne. Mirov dikare di wargehê de 20 çîrokên kevnare bi armanca şanoyê bilîze. Hemû çîrokên Kurdi weke dokumanteran e. Bi awayekî zindî wek dîmen li ser dikê tên pêşkêşkirin. Çîrok bi devkî têne gotin, zarok guhdarî dikin; lê belê li ser dikê dema temaşeyî lîstikekê dikin wê demê fêrî çîrokê jî dibin. Mijara me civakî ye Rêbertî jî dibêje, Azadî ji zarokatiyê dest pê dike."
RÛŞEN BİNÎCÎ / DÎHA/MEXMÛR