
KNK’ê der barê biryara Dadgeha Danîmarka û ya Eutelsatê yên der barê Roj TV de, jî got; “Dewleta Tirk şerê dijî Kurd û Kurdistanîyan fireh kirîye ser meydanên dîplomasîyê jî. Hemû metodên xwe yên kirêt û nemirovî li dijî Kurd û Kurdistanîyan gelek bêehlaqane bi kar tîne. Bi taybetî dijî medyaya elektronîk astengîyên herî dijwar pêktîne. Konsepta xwe ya antî Kurd û antî Kurdistan hind mezin kirîye ku nahêlin ku televizyonên Kurd û Kurdistanî ji derveyî welat jî weşanê bikin. Di vî warî de êrişên xwe xusûsen li ser Roj TV kom kirin. Timamî hêza xwe seferber kirin ku Roj TV bidine girtin. Dewleta Tirk xwe adeta firote Ewrûpîyan ku imkanê weşana Roj TV nehêlin. Mixabin ku Danmark û Fransayê di vî warî de ezmûneke baş nedan û normên xwe yên demokratîk û azadîya bîr û ramanê bin pê kirin. Dadgeha Danmarkê biryareke gelek şaş û neheq de ku goya Roj TV propagandaya terorê dike. Bi milyonan cezayê pere têra nekir, biryara terorê jî lê zêde kirin ku vê biryara bêdad firset de dewleta Tirk ku fişarê bibe ser Fransa ku şirketa wan jî mafê weşana Roj TV betal bike. Fransayê mafê rewa yê weşangerîya Kurdistanî, dengê azadîya Kurd û Kurdistanîyan Roj TV kir gorîyê berjewendîyên xwe yên malî. Ne biryara dadgeha Danmark, ne biryara şirketa satelîtê ya Fransa ji polîtîka berjewendîperest ya dewleta Danmark û Fransayê cuda nîne.”
KNK bi navê Kurd û Kurdistanîyan reftara Danmark û Fransayê bi gotina herî sade şaş, neheq û bêdad dibîne û layiqî serborîya bizava demokrasîya wan nabîne. Herwisa Amerîkayê jî weşana Roj TV li xwe kire reşe û piştevanîyeke bêtixûb de dewleta Tirk û demokrasîya xwe leke kir. KNK van polîtîkên cîhana rojavayê yên ku xizmeta antî demokratîzma dewleta Tirk dikin bi timamî red dike, rast nabîne û dijî mafê mirov, dijî normên demokrasîyê û bîr û hizira azad dibîne. Amerîka û Yêkitîya Ewrûpayê di beramberî PKKê de jî eynî şaşîya xwe didomînin û avê dikêşine ser aşê çerxa zulumkar ya dewleta Tirk. Lewma KNK bangî Amerîka û welatên Ewrûpayê dike ku dawîyê li van polîtîkên xwe yên antî demokratîk bînin, hevkarî û piştevanîya bizava azadîxwaz û demokrasîxwaz ya Kurd û Kurdistanîyan bikin."
ANF/BRUKSEL