Rojnameya Hurriyetê ya ku li ser zarê çavkaniyeke siyasî ya Tirk belav kiribû ku rayedarên Tirk di dema serdana Barzanî de dosyayeke sor danîne pêşberê wî û di vê dosyayê de, ku Tirkiyeyê ykên ji Herêma Kurdistanê hebûne. Ev daxwaz wiha ne: dayîna agahiyên sîxuriyê derbarê PKK’ê de, radestkirina gerîlayên PKKê bo Tirkiyeyê, eger ji aliyê Herêma Kurdistanê hatin girtin û şerkirina pêşmergeyan li dijî PKKê. Husên ev nûçe derewand û diyar kir “Dosyaya Sor ne karê Serok Barzanî ye.”
Ji Barzanî 5 xal ji bo Tirkiyeyê
Fûad Husên daxuyand ku Barzanî gotûbêjan de qala çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê kiriye û got ku serokê Herêma Kurdistanê di gotûbêjên xwe de ligel berpirsên tirk 5 xal pêşniyar kirine:“Yekem: rêya leşkerî ne çareserî ye. Dûyem: ne baweriya me bi rêya leşkerî tê û ne jî em dikarin tê de beşdar bin. Sêyem: ev pirs pêwîst e bi rêyeke aşitiyane û diyalogê bê çareserkirin. Çarem: Herêma Kurdistanê bi ti awayî piştgiriya ti hêzê nake ku çekan dijî welatên cîran bikar bîne. Pêncem: baweriya me bi şerê çekdarî tune û eger bêjin bi rêya şerê çekdarî digihin encamekê, em bi vî awayî nabînin.” Husên diyar kir ku Barzanî ligel xala siyemîn e.
Dr. Fûad Husên derbarê naveroka van hewldanan got: “Serokê Herêma Kurdistanê li ser ragehandina agirbesteke demdirêj di navbera PKK’ê û Tirkiyeyê de kar dike, mebest ji demdirêj ne ew e bo du, yan sê mehan be, lê demdirêjiyeke vekirî be. Serokê Herêma Kurdistanê di hemû civînên xwe de li Tirkiyeyê dijî berjewendiya gelê Kurd neaxiviye û qet jî dijî berjewendiya gelê Kurd naxive, li her cihî qala mafên Kurdan kiriye û bergiriya mafên gelê Kurd kiriye.”
ANF/HEWLÊR