Çîftkûran gotina Erdogan a; "Ezê li Amedê mizgefteke pir mezin ku 10 hezar kes bikaribe tê de cih bigire çêbikim" bi bîr xist û da zanîn ku daxwaz û bendewariya gel ne mizgeft aştî û azadî ye. Çîftkûran li ser hin gotinên nivîskarên nêzî hikûmetê ku daxwazên Kurdan wekî derveyî ol dinirxînin û dibêjin "Ev daxwaz yekitiya umetê ji hev belav dike" jî sekinî û got, "Dema di navbera Nisêbîn û Qamişlo, di navbera Sîlopî û Zaxoyê sînor danîn tu li ku bû? Ev der jî Misilman ew der jî Misilman, tu çima ji bo vê jî nabêje umet ji hev vediqete" û bertek nîşan da.

'Îslamiyetê bi kar tînin'
Mele Çîftkûran diyar kir ku Îslamiyet oleke bi tevahî ye û heke şertek wê pêk neyê, şertên din jî bi xwe re dibe. Çîftkûran li ser bikaranîna olê ya di dîrokê de jî sekinî û da zanîn ku piştî Hz. Muhammed û xalîfeyan, kîjan hêz bûbe desilatdar ol li gorî xwe eyar kiriye û bi kar aniye. Çîftkuran têkildarî mijarê wiha got: "Ji Emeviyan, ji Abasiyan, ji Osmaniyan kî hat qismek, perçeyek ji Îslamiyetê bir. Sedema birina wan jî ew bû ku ki hat Îslamiyet li gorî xwe bi kar anî. Ne ku xwe li gorî Îslamiyetê rêxistin bike, xwestin Îslamiyetê li gorî xwe eyar bikin. Ji xwe dema Îslamiyet li gori xwe eyar dikin, perçeyek Îslamiyetê jî dibin. Her pergal ji bo mirovan bixapîne Îslamê weke amûrekî bi kar aniye. Heke Îslamekî rast deyne holê tu bawermend û oldar li hemberî vê dernakeve, lê wisa nakin. Kengî teng dibin ji şêx-ul îslamên xwe fetwayekî derdixînin û gelên ku bi dilekî saf û paqij bi Îslamiyetê girêdayî ne daxwazin wan bixapînin."

Komkujiya Roboskiyê!

Mele Çîftkûran li ser axaftina Serokwezîrê Tirk Erdogan ku ji bilî komkujiya Roboskî û mafê Kurdan behsa hemû tiştan kiribû rawestiya û sekna kesên ji xwe re dibêjin Misilman a li hemberî kuştinên heyî, rexne kir. Mela Çîftkûran wiha got: "Îro em lê dinêrin her roj mirov têne kuştin. Li hemberî kuştina mirovan Misilman xwedî helwest bin. Em îro lê dinêrin cenaze tên, li ser cenazeyan îstismar tê kirin. Li Roboskiyê 34 mirov hatin qetilkirin. Li hemberî vê hinek mirovê bi wijdan gotin 'ka hiqûqê van mirovan, ev mirov ji ber çi hatin kuştin, kî wan kuşt?'"

'Laneta Xwedê li ser wan be'

Mele Çîftkûran bibîr xist ku Serokwezîrê Tirk Erdogan dema cara din hatibû Amedê 'mizginiya zindan çêkirinê' dabû Amediyan û hin kesên ku ji bo guhdarkirina wî çûbûn wir çepik li gotinên Erdogan lêxistine û wiha got: "Van kesan got qey qenciyekî dike. Dema dawî jî hat, tiştê ku gel jê dixwest wekî aştî, mirov neyên kuştinê negot."
Mele Çîftkûran gotina Serokwezîrê Tirk Erdogan "Ez ê li Amedê mizgeftekî pir mezin ku 10 hezar kes bikaribe tê de cih bigire çêbikim" bi bîr xist û diyar kir ku serokwezîr dixwaze gel bixapîne. Çîftkûran ev mijar jî wiha rawe kir: "Ji xwe li hemû kuçeyên me cami hene. Gelê Amedê ne çêkirina mizgeftê, aştî û azadî ye. Ev pergal naxwaze Îslama rastî derkeve holê. Îslama nerm dixwazin."
Mele Çîftkûran destnîşan kir ku AKP dixwaze Îslamiyeta şeklî pêş bixe û anî ziman ku têkiliya çêkirina mizgeftan jî bi vê yekê têkildar e.  Mele Çîftkûran bertek nîşanî gotina Serokwezîrê Tirk Erdogan a "Her kurtajek Qilebanek e" û daxuyaniya Serokatiya Karên Diyanetê da. Mele Çîftkûran diyar kir ku li gorî Qur'an'ê di zikê dayikê piştî 4 mehan ruh dikeve laşê mirov û wiha got: "Qur'an afirandina mirovan dibêje. Dibe ku di kurtaja mirovan de di hin merheleyan de guneh hebe. Îxtîlaf heye.  Erdogan diçe ku derê dibêje 2 zarokan, 3 zarokan çêkin.  Çimkî dibîne nesil li herêmekî kêm dibe li herêmekî zêde dibe. Ev jî nayê hesabê wan. Ji bo pêşiya wê bigire, dibêje pir zarokan bikin û kurtajê dixwaze qedexe bike."

'Ne umetparêz, dewletparêz in'
Mele Çîftkûran herî dawî bertek nîşanî gotin û nivîsên hin kesên nivîskar û 'oldarên' nêzî hikûmetê da diyar kir ku hin kes daxwazên gelê Kurd wekî belavkirina umetê dinirxîne û li hemberî derdikeve. Mele Çîftkûran wiha got: " Mafê ku xwedê daye kes nikare ji destê wî bigire. Xwedê çi maf daye temamî mirovahiyê, mafê wan jî eynî ye.  Ji xwe tu kesî jî behsa sînor nekiriye. Tu kes negotiye di navbera Enqere û Amedê de dê sînor bikeve. Lê dema Xwedê Teala kesekî rûreşî bike gotinekî wisa ji devê wî derdikeve û çi bike nikare ji wê rûreşiyê xilas bibe. Heke umetparêziyê dikin bila di hemû cihanê bikin. Tenê ji bo Tirkiyeyê umetparezî nabe. Ev kesên ku van tiştan dibêjin ne samîmî ne.  Ew umetê naparêzin, dewletê diparêzin. "

'Bes e, gel nexapînin'

Mele Çîftkûran diyar kir ku ji bo daxwazên Kurdan binixumînin têgeha 'biratiya Misilmantiyê' tê bikaranîn û wiha dawî li axaftinên xwe anî: "Em qebul in. Kerem kin em biratiya Misilmantiyê bikin. Di biratiya umetê de divê nîjada tu kesê li ser yê din nebe. Lê tu dinêre nîjada Ereban dibêjin em mezinin, tu li Tirka dinêre wisa, li Farisa dinêre cardin wisa ye. Ê ka biratî ! Bes e, gel nexapînin. Ya Qur'anê înkar bikin, ya jî mafê Kurdan bidin. Xwedê di Qur'anê de dibêje: Afirandina erd û asîmanan, afirandina renk û zimanan delaletî ser mezinatiya min dikin.'"

ALÎ BULUŞ / DÎHA/AMED