Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag jî di nav de 6 HDP'yiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger kir. Dersim Dag got, "Ev berxwedan wê bigîhîje armanca xwe. Bijî berxwedana Leyla Guven û bijî berxwedana zindanan."
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Dersim Dag jî di nav de komek HDP'yî bi armanca bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger kir. Dersim Dag, endamên HDP'ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer têkildarî greva birçîbûnê ya li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a HDP'a Amedê, daxuyanî da çapemeniyê.
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, Parlamenterên HDP'ê yê Semra Guzel, Remziye Tosun, Salîha Aydenîz, Musa Farisogulları, Selçuk Mizrakli û Musa Piroglu û gelek kes jî beşdarî daxuyaniyê bûn.
Dengê xwe bilind bikin
Di daxuyaniyê de Hevserokê DBP'ê Mehmet Arslan bal kişand ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven û hemû çalakgerên din û got: "Tecrîda dij-mirovahiyê ya li ser Birêz Ocalan ev 20 sal in dewam dike. Tecrîd li her deverê belav bûye. Dest didin sebra Kurdan. Li hember daxwazê ker, kor û lal mane. Werin em li dijî tecrîda li dijî mirovahiyê ya AKP’ê, dengê xwe bilind bikin."
Parlamentera HDP'ê Dersim Dag jî got, "Daxwaza milyonan bi pêşengiya berxwedana Leyla Guven îfade dibe. Ji bo em bibêjin, 'Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye' em jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger dikin. Berxwedan dîroka me ye. Heta ev tecrîd neyê rakirin wê ev berxwedan xurttir bibe. Çi dibe bila bibe wê ev berxwedan bigîhîje armanca xwe. Bijî berxwedana Leyla Guven û bijî berxwedana zindanan."
MA/AMED