Endamên KURDÎ-DER'ê bang li hemû gelê Botanê kirin ku tevlî kursên wan bibin. Rêvebera Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Cizîrê Ayfer Olmez da zanîn ku wan ji bo havînê amadekariyên xwe temam kirine û got ku li benda xwandekarane ku bên qeyda xwe çêkibin.
'Ciwan divê li ser ziman lêkolînê bikin'
Olmez anî ziman ku xwendekarên dibistanan 3 mehan ketine betlaneyê û got ku divê van mehan ji bo zimanê Kurdî û lêkolîna wê bi kar bînin û wiha axivî: "Zimanê Kurdî ne tenê di hêla axaftinê de divê di hêla nivîskî de jî pêş bikeve. Lewma di serî de divê ciwanên diçin zanîngehan li ser zimanê Kurdî lêkolînê bikin."
'Mamoste Celadet mînak bigirin'
Olmez bilêv kir ku ziman ji bo gelê Kurd gelek girîng e û wiha pê de çû: "Divê danûstandina me hemû bi zimanê Kurdî be. Desthilatdarî naxwaze em zimanê xwe bi kar bînin. Her qada civakê dikare barek tevgara ziman bide ser milê xwe. Di pêşiya me de çiqas zorî hebe divê em van rakin. Em dikarin jiyana mamoste Celadet Elî Bedirxan hîn bibin û wî ji xwe re mînak bigirin."Olmez da zanîn ku di demsala havînê de li ser panel û lîstikên zarokan xebatê bimeşînin.
DÎHA/ŞIRNEX