Serokê Yekîtiya Zanayên Olî ya Îslamî yê Kurdistanê mele Abdullah der barê bi bikaranîna çekên kîmyewî ya li hemberî ciwanên kurd wek şerma dewletên dagirkeran bi nav kir û wiha axivî: "Bi bikaranina her yek ji cureyên çekên kîmyewî sucekî mirovahiyê ye û qet bi şêwazekê nayê pejirandin û qet aliyekî îslamî nepejirîne ku çekên kimyewî di cihanê de bê bikaranin. Ev yek li dijî mirovahiyê ye. Divê mirov li hemberî hevdu rêzdar bin."

'Çekên kîmyewî heram e'

Mele Abdullah bal kişand ser pêkutiyên li dijî gelê kurd û got ku gelê kurd heta roja me ya îro gelek zorî dîtiye û gelek caran li hemberî çekên kîmyewî hatine bikaranîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li hemberî gelê kurd gelek caran cureyên çekên kîmyewî hatiye bikaranîn. Wekî ku tê zanîn rejîma Baasê li hemberî xelkê Helebçeyê û Badêsanê bi kar anîn. Heta niha jî êşên wê bi dawî nebûne. Gel zirareke mezin di van bûyeran de dît. Ji ber vê ji bi karanîna van çekan ji aliyê her kes û dewletan ve karek ne rewa tê dîtin û li dijî mirovahiyê ye. Bi taybetî pêwîst e hemû ew dewletên ku Kurdistan dagir kiriye pêwîst e xwe ji van çekan bi dur bigirin û li hemberî Kurdistaniyan bi kar neynin. Kiryareke heram e û ne ehlaqî ye."


DÎHA/HEWLÊR