Koma Xebata Dîrok, Çand, Bajarîbûn a Konseya Bajêr Yerel Gundem 21 kampanyaya îmzeyan da dest pê kirin. Ji bo vê yekê li Salona Pêşangehê ya li Deriyê Çiyê resepsiyonek hate lidarxistin. Wekîla Şaredarê Bajarên Mezin Hafîze Îpek, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Abdullah Sevinç, Midûra Muzeyê Nevin Soyukaya, Konseya Bajêr Yerel Gundem 21 Metin Kilavuz, nûnerên TMMOB'ê û gelek hemwelatî beşdar bûn.
Di resepsiyonê de pêşi Kilavuz axivî got ku parastin û ragihandina Sûrên Amedê ji bo pêşerojê berpirsiyariyek e, loma wan xebateke wisa daye dest pê kirin.
Wekîla Şaredarê Bajarê Mezin Îpek jî got ku ew wekî Şaredariya Mezin piştgirî didin vê kampanyayê û got: "Ev sûr emanetên me ne û divê em xwedî li van derên."
Ji bo berhevkirina îmzeyan roja 29'ê mehê dê li ber Peygamber Camîî standa komkirina îmzeyan bê vekirin û stand dê heta 8'ê tîrmehê lidar be. 

AMED