Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed got: "Bi taybet Birêz Mesûd Barzanî ku bi rengekî rewa û nerewa 12 sal e desthilatê Herêmê ye. Îro xizmeta herî mezin Birêz Barzanî bikare li beramberî gelê xwe bike, girtina berpirsyartiyê û îstîfakirin e."

Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed şevê din der barê rewşa Kerkûkê û hatina Heşdî Şebî û artêşa Iraqê ya li herêmên bi nakok peyamek bi dîmen weşand. Dr. Yusif Mihemed di peyama xwe de wiha radigihîne; "Îro ji bo hemû gelê Kurdistanê rojeke trajedî ye. Lê nabe tenê dilteng û xembar bin. Di dîroka hemû gelên cîhanê de tiştên wiha hene û wê bibin jî. Tişta ku me ji xelkên din cuda bike ev e, gelo em dikarin bi rengekî xwe li gorî hişyarî û rastiyan biguherînin, ji bo ku careke din bûyerên wiha li ser me de neyên û bi îradeyek bi hêz rabîn? Gelo em ê bi heman modela şikestî yan jî bi modeleke serketî ya nû berdewam bikin?"

 

'Pêwist e têkçûnê qebûl bikin’

Di berdewama peyamanê de wiha tê gotin; "Çend sal e li Kurdistanê di hemû warî de me desthilatek me ya lerizok. Desthilatdareke tenê krîz û êşan çêdike. Ji bo xewnên şexsî bi dest bînin çalak in. Ne tenê li gel xelkê Kurdistanê her ku diçe li cîhanê qirêj dibe. Pêwîst e qebûl bikin ku îro em şikestin. Xelkekî taybet berpirsê vê şikestinê ne. Erkê hemûyan e jî bibin xwedî helwest. Erkê me hemûyan e van bingehên li paşerojê û îro vê rewşê gihandin derbas bikin."

 

'Em bûn qurbana destekî siyasî‘

Dr. Yusif Mihemd ji bo xelkê Kerkûkê ji wiha got; "Em hemû bi hev re qurbanê destekî siyasî ne ku bîr li bikaranîna çavkaniyên xwezayî û bereketa welat dikin. Sermayedariya welat dibin û talan dikin. Ji bo desthilatdariya xwe bi kar tînin. Şikestina me ya îro li stûyê vê desthilatdariya ku saziyên fermî û qanûn, raya xelkê, sîstem û daxwazên civakê vala kirine û li pey kêfa xwe ya şexsî ketine. Bi taybet Birêz Mesûd Barzanî ku bi rengekî rewa û nerewa 12 sal e desthilatê Herêmê ye. Îro xizmeta herî mezin Birêz Barzanî bikare li beramberî gelê xwe bike, girtina berpirsyartiyê û îstîfakirin e. Peyama min ji bo Kak Mesûd ev e. Bila gelê me bi xwe siberoja xwe diyar bike. Siberojê girêdayî hezkirin, xwestekên xwe û çarenûsa xwe nekin." 


 NAVENDA NÛÇEYAN