Li Şirnex û Hezexê ji 7 salî heta 77 salî her kesî li dijî operasyonên lekerî û tevgera leşkeri bertekên xwe anîn ziman. Welatiyê binavê Halîl Oruç anî ziman ku ji destpêka zarokatiya xwe heta niha her tim êş kişandiye û êdî naxwazin ku gelê Kurd êşê bijîn. Oruç, da zanîn ku ji 7 salî heta 77 salî hemû gelê Kurd di bin zextağn de dijî û xwest ev zextên li ser gelê Kurd bi dawî bibin. Oruç, da zanîn ku xizmeta herî mezin a ji bo mirovahiyê aştîe û xurtkiran biratiya nava gelan û civakê ye. Esnafê Hezexê Halîm Beşiroglu jî anî ziman ku piştî HPG'ê dest bi vekişînê kir û şûnde divê hikûmheta AKP jî gavên çareseriyê bavêje û dawi li operasyonên leşkerî bîne. Beşîroglu, xwest êdî hikûmet û dewlet gavên şênber û daxwazên Kurdan bi pratîkê îspat bike û wiha got: "Jibo hikûmet û dewlet baweriyê bide me, divê em gavên şênber bibînin û daxwazên Kurdan bên qebûl kirin û bi makeqanûnan bên parastin.

Nûnerê MEYADER'ê yê Hezexê Salîh Acar, jî anî ziman ku ew girîngiyê didin biryara PKK'ê û banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha got: "Em naxwazin tu alî biçin ser mirinê û wiha got: "Dema gerilla vedikişe divê leşker jî vekişin. Divê leşker dawî li operasyonan bîne. Em hêvî û bawer dikin ku dê tiştên xweşik pêk bên. Ger ku em dibêjin biratî û aştî, wê demê divê em li gorî rêgez û pîvanên aştiyê tev bigerin."
Nûnerê Egîtîm Senê yê Hezexê Faruk Kaplan ji bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newrozê û wiha got: "Piştî bang û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li herêmê hewayek erênî û aramiyekê dest pê kir. Piştî HPG'ê hêza xwe vekişand, liv û tevgera leşkeriyê zêdetir bû. Lê dijberî ve yekê divê bêtir dewlet berpirsiyariya xwe ya ji bo bicihanina daxwazên gel pêk bîne. Gerîlla ji bo ku biratiya gelan a Kurd û Tirk bêtir di nava aştiyê pêş bikeve ev gav avêt. Gerîlla peyvir û erka xwe bi cih anî. Lê dewletê peyvira xwe bi cih neani. Divê dewlet destûr nede çalakyên wekî yên JİTEM'ê û operasyonên leşkerî."

Biratiya gelan esas e

Welatiyê bi navê Zeydin Durmaz ê li Şirnenexê jî anî ziman ku ew naxwazin di vê pêvajoyê de tu welatî jiyana xwe ji dest bidin û wiha got: "Bendewariya me ya ji dewletê biratiya galan a Kurd û Tirk e. Divê biratiya gelan esas bê girtin. Divê windahiyên 2 aliyan jî çênebin. Welatiyê bi navê Mecit Sevik jî anî ziman ku gundê wan hat şewitandin, warên wan wêran bû û wiha axivî: "Em dixwazin êdî gerîlla jî bê tev li siyasetê bibe. Welatî tev li gundê xwe vegerin. Divê êdî dewlet lêborîna xwe bixwaze û her kes karibe vegere ser axa xwe. Operasyon bi dawî bibin.

9 caran agirbest

Welatiyê bi navê Îsa Yigit jî da zanîn ku Kurd bi têkoşîna xwe gihiştine vê astê û wiha got: "Kurdan her tim rol û misyona xwe ya dîrokî pêk anî. Gelê Kurd êdî biryara xwe ya aştî û çareseriyê daye. Tevgera gelê Kurd 9 caran agirbest îlan kir. Divê vê carê ev fersend ji dest neyê revandin. Ozgur Kutlu ji xwest edî dewlet û hikûmet gavên şênber bavêje û operasyon û tevgera leşkerî bi dawî bîne. Kutlu, xwest daxwazên gelê Kurd ên nasname, statu, ziman û çandê bê dayîn û parastin.

DÎHA/ŞIRNEX