ÎHD'a Mêrdînê der barê kolandina gora komî ya li Gundê Tîrowa ya Kerborana Mêrdînê pêk hat rapor amade kir û xwest ser bûyerê bê ronîkirin û gund têkeve bin parastinê. Rapor, ji aliyê Serokê ÎHD'a Mêrdînê Prz. Erdal Kuzu, rêveberên ÎHD'ê Huseyin Cangir, Faruk Yîgît, Beşîr Dundar, Veysî Aydin ve hate amadekirin.
Di raporêde hate diyarkirin ku gundê Tîrowayê di sala 1992'an de bi hinceta ewlehiyê hate valakirin û di sala 2002'an de ketin û derketina gund ji welatiyan re hate qedexekirin. Heyeta ÎHD'ê di raporê de wiha got: "Di 2-6 mijdara 1995'an de welatiyên bi navê Suleyman Seyhan (57), A.Rahman Coşkun (21), Abdullah Coşkun ( 20), Mehmet Emîn Aslan (19), Nedîm Akyon (16), Seyhan Dogan (14), Davut Altinkaynak (13), Haznî Dogan (11), Hayat Altinkaynak ( 28) ji aliye leşkerên Fermandariya Cendirmeyan a Kerboranê ve hatin binçavkirin. Piştî binçavkirinê Haznî Dogan û Hayat Altinkaynak serbest hatin berdan. Piştî 4 meh şûnde cenazeyê Suleyman Seyhan li gundek nêzî gundê cerdevanan ê navçeya Kerboranê hate dîtin. Piştî bûyerê cawîşê pispor ê li Fermandariyê peyvirdar Bilal Batirir û 7 welatî di sala 1995'an de winda bûn û agahî ji wan nehat girtin."
ÎHD'ê, di raporêde anî ziman ku malbatên windayan di sala 1995'an de serî li dozgeriya komarê ya Kerboranê da, lê heta sala 2009'an tu lêkolîn nehat kirin û wiha got: "Di vê pêvajoyê de cenazeyê Suleyman Seyhan hate dîtin û ji bo Seyhan serî li DMME'ê hate dayîn. DMME'ê serlêdan qebûl kir û xwest Tirkiye bi lezgîn lêpirsînê bide despêkirin. Pişt re malbatan di 2009'an de li Stenbolê serî li dozgeriya komarêya Stenbolê dan û li ser vê serlêdanê serlêdana malbatan ji Dozgeriya Bi Rayeya Taybet a Amedê re şandin. Li ser vê hewldanê di kanûna 2011'an de di çavdêriya dozgeriyê de li gundê Tîrowayê keşif hatin kirin û di 17'ê Sibata 2012'an de kolandin hatin destpêkirin. Kolandinê 4 rojan berdewam kir. "

Winda zêdetir in 
Di raporê de hate destnîşan kirin ku li Kerboranê 12 kes bi zorê hatin revandin û wiha hate gotin: "Di navbera salên 1991 û 2000'an de ji bo kesên bi navê Suleyman Seyhan, Abdurrahman Coşkun, Abdullah Coşkun, Mehmet Emin Aslan, Nedîm Akyon, Seyhan Dogan, Davut Altinkaynak, Suleyman Atalan, Hîkmet Kaya, Resul Arslan, Enver Akan, Ridvan Yakut, M. Nezîr Acar, Azîz Duman, Bîlal Batirir serî li kolemeyê hatin dayîn û hate diyarkirin ku ev kes winda bûne. Em bawer dikin ku hêjmara windayan zêdetir e."
ÎHD'ê di raporê de anî ziman ku kolandina ewil di 17'ê Sibatê de di bin çavdêriya Dozgerê Komarê yê Kerboranê, pisporên saziya Tipa Edlî, xizmên windayan û parêzerên ÎHD'ê de hate kirin. Li ser tespît û nîşandana şahidên li gund bîr û nokteyên din hatin kolandin. Di bîrê de hestiyê serê mirov hate dîtin. Di heman rojêde di ketina gund de kolandin hate kirin û hesityê 2 kesan hate dîtin. Pişti hestî hatin dîtin kolandin bi dawî bû. Di 24'ê sibatê li tenişta goristana gund li nokteyek din kolandin hate kirin. Di kolandina din de hestiyekî mirovan ê tev li cilan hate ditin. Di 25'ê sibatê de li kîlometreyek dûrî Kerboranê li tenişta cemê Ilisuyê hestiye yadî 5-7 kesan tev li cilan hate ditin. Pişti hesti xistin torbeyan kolandin bi dawî bû. Divê gund qekî qada bi şik bê qebûl kirin û ji aliyê saziyên edlî ve bê parastin. Divê gund têkeve bin parastinê."
ÎHD'ê di raporê de xwest ku lêpirsîn bê firehkirin û Dozgerê Bi Rayeya Taybet ê Amedê serî li agahiyên erkdar û peyvirdarên leşkerî û polîsan ên di salên 1992 û 2000'an de li herêmê peyvir kirine binde û agahiyê ji wan jî kom bike. ÎHD'ê xwest komîsyonek serbixwe bê avakrin û delil bên komkirin û buyerên li gund tev bên ronîkirin.

DÎHA/MÊRDÎN