
Yek ji welatiyên Sûryanî ku li bi navê Sûryanî Gundê Dêrê, Gundik Şukro Thomas Bûdak da zanîn ku bi vê biryara ku hatiye dayîn dewlet raste rast dest daniye ser axa Sûryaniyan. Bûdak destnîşan kir ku ew tu wateyê nadin ku axa dêra ku 1600 salî dewrî hazîneyê tê kirin û bilêv kir ku araziya dêrê yê wan Sûryaniyan e. Bûdak bertekên xwe bi gotina, "Divê kes maf ji xwe nebîne ku axa kesekî ji destê wî derxîne" û biryara dadgehê wiha şîrove kir: "Dewlet dibêje hêza min li we dibire. Ez çi bixwazim dê bikim. Hûn sê, pênç kes in. Ji bo misilmanan Kabe tê çi wateyê, Mor Gabrîel jî ji bo Sûryaniyan tê wê wateyê û girîng e. Em dêrê wekî mala xwe, heta ji mala xwe girîngtir dibînin."
'Piştî hilbijartinê ev tişt tên kirin?'
Bûdak destnîşan kir ku piştî Parlementerê BDP'ê ya Mêrdînê Erol Dora hate hilbijartin navê Sûryaniyan hêdî hêdî li Tirkiyeyê hate bihîstin û wiha axivî: "Li vir pirsnîşanekî di serê me de derdikeve holê. Ji ber vê em dipirsin, çima? Ji ber ku piştî Dora hate hilbijartin û dengê me hate bihîstin wiha nêzî me dibin? Lİ hemberî Sûryaniyan hêdî hêdî qirkirin dixwazin çêbikin. Ji bo me ev biryar mînaka herî mezin e." Bûdak diyar kir ku bi Kurdên ku li herêmê dijîn tu pirsgirêk najîn û da zanîn ku ew û Kurd wekî malbatekî ne. Bûdak derbîrî ku dewlet heta niha tu alîkarî nedaye wan û da zanîn ku ji bilî vê dewlet li hemberî tiştên ku bi derfetên xwe pêk tînin dibe asteng. Bûdak anî ziman ku dewlet bixwaze jî nexwaze jî Sûryanî hene û yek ji xwediyên esasî yên vê axê ne û destnîşan kir ku li ser vê erdnîgariyê de di bin her kevirekî, axekî de şopa Sûryaniyan heye. Bûdak herî dawî biryarê şermezar kir.
'Ev biryar dê notê dewletê diyar bike'
Welatiyekî din ê li gund dijî Yaûsef Acar jî diyar kir ku Dêra Mor Gabrîel ne tenê ji bo suryaniyên li herêmê dijîn, ji bo suryaniyên mişextî bûne jî pir girîng e û wiha axivî: " Ev biryar dê notê dewletê diyar bike. Ji ber metropolît e û avahiyekî pir kevn e em dêrê wekî navenda olî dibînin. Bendewariya me ne ev biryar bû. Ji xwe ji tu alî alîkarî nayê dayîn. Bi hezaran bermahiyên me li ser vê axê hene. Di dema dozê de hin ewraq hatin wendakirin. Ji ber ku em suryani ne, dixwazin em ji vir herin. Lê em ê pey vê yekê bernedin. Hewce hebe em ê dozê bibin ewropayê."
Zakay Doganê ji gundê bi navê Sûryanî Merbobu bi Kurdî Mêrbabê ye, da zanîn ku Dêra Mor Gabrîel ji bo wan dêra herî girîng a li Tirkiyeyê ye û nêrînên xwe wiha anî ziman: " Gelek dêr hatin valakirin, xerab kirin. Ji ber ku Mor Gabrîel heta niha li ser piyan mabû, biryarekî wiha derxistin. Ev geşedanên dawî em qet napejirînin. Em wiha xwe rehet hîs nakin.
ZEYNEP KÛRÎŞ / DÎHA/MÊRDÎN