
Serdozgerê Komarê yê Amedê, der barê doza komkujiya Roboskiyê ku 34 welatiyên sivîl hatin qetilkirin de biryara bêpeyvirdarkirinê dozê da. Dozger, dosya şand Dozgerê Leşkerî yê Serfermandariyê. Li gel ku doz 1.5 sal e didome û dozger di çarçoveya lêpirsînê de gelek belge MÎT û Serokatiya Serfermandariyê xwestibû jî dîsa lêpirsîn bi encam nekir û dosya lêpirsînê teslîmî dadgela leşkerî kir. Nûnerên ÎHD, MAZLUMDER, KESK, DTSO bertek nîşanî vê yekê dan.
Têkildarî mijarê Cîgirê Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Prz. Serdar Çelebî, biryara Dozgerê Komarê yê Amedê rexne kir û ani ziman ku dozger bi vê biryara bêpeyvirdarkirina dosyayê û teslimkirina dozgerê leşkerî nayê qebûlkirin. Prz. Çelebî, anî ziman ku ew dozgerê leşkerî an serbaz e, an jî serdar e û wiha got: "Dozgerekî ku serbaz ango serdar dê çawa karibe generaleki leşkerî darizîne. Çelebî anî ziman ku li Roboskiyê havîtiyek pêk hat û wiha got: "Dozger hinceta komkujiyê wekî "bê zanebûn kuştina mirovan" pêk hatiye dosya şand dozgeriya leşkerî. Dibêjin kuştin bi armanc pêk nehatiye. Lê di vir de 34 kes hatin qetilkirin. Ger ku li ser 34 kesan bombe birarîne ev bi zanebûn e. Bi vê rêbazê dixwazin komkujiyê di nava demê de winda bikin û bidin ji bîrkirin. Dixwazin bûyerê sar bikin û ji holê rakin. Dixwazin bertekên li hemberî komkujiyê pûç bikin. Ewil Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê got bê bi zanebûn pêk nehatiye. Ewil meclîsê ev komkujî normal dît, niha jî dozger normal dibîne û dosyayê dişîne ji leşkeriyê re. Dixwazin bi vî rengî ser dozyayê bigirin. Ji ber ku her tim komkujiya Kurdan asayî û rewa hatiye dîtin. Diwazin bincil bikin û veşêrin. Ji ber ku dizanin tev li hev bikin dê mijarên cuda ji bin derkevin. Kesên li Parka Geziyê li darekê xwedî derdikevin divê li Komkujiya Roboskiyê ya 34 welatiyan jî xwedî derkevin. Hikûmet ewil dixwazin me bikujin û piştre lêborîna xwe dixwazin."
Çelebî da zanîn ku komisyonê jî ewil dem xist navberê û heta dawî got bi zanebûn pêk nehatiye. Niha jî dozgerî dixwaze wisa bike û bide ji bîr kirin.
Heta dawiye piştgirî
Berdevkê Platforma Şaxan a KESK'ê ya Amedê Mehmet Karaaslan jî anî ziman ku komkujiya Roboskiyê binpêkirina mafên gelê Kurd ê herî berbiçav e û wiha got: "Hikûmetê heta niha her tim xwest ser komkujiyê bigire. Berpirsiyar hikûmeta AKP'ê ye. Dixwaze dosyayê dewrî leşkeriye bike û xwe derxe paqijiyê. Em heta dawî li pişt malbatên Roboskiye ne. Hikûmeta AKP'ê bê samîmiyeta xwe aşkere kiriye. Em wekî kedkaran dê hat dawî li pişt malbatê Roboskiyê bin û dozê bişopînin."
'Biryarê wijdan birîn kirine'
Koordinatorê Giştî yê MAZLUMDER'ê Cihan Ulsen jî anî ziman ku piştî 17 meh di ser komkujiyê re derbas bû bi vî rengî biryara bêşopandinê hatiye dayîn. Bi vê biryarê derket holê ku heta niha li leşkeran nehatiye guhdarkirin. Îfadeya leşkerên ku fermana firatindê girtine nehatiye girtin. Li şûna faîlan aşkere bikin bêtir gelê Roboskiyê xistine bin tundiyê. Ev biryar jî dişibe biryara Komisyona Qilebanê ya Meclisê. Di rapora Komîsyona Meclisê de jî faîl mafdar hatin derxistin û gotin bi zanebûn pêk nehatiye.
Serokê Odeya Bazirganiyê (DTSO) Ahmet Sayar diyar kir ku biryara der barê Roboskiyê de wîcdan birîn kirine. Sayar, anî ziman ku bi vê biryarê komkujiya sivilan hatiye parastin û bûye sedema şikên din. Sayar, da zanîn ku di vê pêvajoya ku aştî û çareseri di rojevê deye biryarek pir neyînî ye û nayê qebûlkirin.
DÎHA/AMED
Rapora Roboskiyê ya jinên HDK û KCD'yî
Meclîsên Jinan ên KCD û HDK'ê, der heqê çavdêriyên xwe yên li Roboskiyê yên 23-24'ê Gulanê de raporek amade kirin û li avahiya KCD'ê bi civîneke çapemeniyê eşkere kirin. Li ser navê herdu meclîsên jinan Zelal Bîlgîn daxuyanî da. Bîlgîn da xuyakirin ku wan di 23'ê Gulanê de li gundê Roboskiyê yê Şirnexê, polîtîkayên cihêkar ên dewleta Tirk bi awayekî zelal dîtine.
Bîlgîn diyar kir ku ew di roja 512. a komkujiya Roboskiyê de, ku 34 Kurd ji aliyê balafirên şer ên F-16 yên artêşa Tirk ve hatin kuştin, çûne Goristana Roboskiyê û çavdêriyên xwe yên di dema nirxandina Pêncşemê û li Roboskiyê de anî ziman. Bîlgîn da xuyakirin ku li goristanê, nêzîkatiyên delweta Tirk, rayedarên pêwendîdar û AKP'ê yên li ser Komkujiya Roboskiyê hatine rexne kirin û hatiye destnîşankirin ku heta komkujî ronî bibe, ewê têkoşîna xwe dewam bikin.
Bîlgîn, der heqê civînên xwe yên bi malbatên Roboskiyî de ji aliyê psîkolojîk, ekolojîk, sosyolojîk û siyasî ve nirxandin kir û bal kişand ser zextên li malbatan tên kirin û got, "Bazirganiya li ser sînor, li heman nuqteyan dewam dike. Di sala 512. de, bi huqûq, qanûn û cezayên pereyan gef li malbatan tên xwarin. Li qada perwerdeyê jî, bêyî travmaya zarokan li ber çavan were girtin, ji ber li dibistanê bi zimanê xwe yê dayikê diaxivin, li dijwariyê rast tên.
Wan gotin, aştî û rêya çareseriya pirsgirêka Kurd ji Roboskiyê derbas dibe. Zarokên 12-13-14 salî yên keç û xort gotin, eger kujerên bav û birayên wan neyên dîtin û cezakirin, ewê derkevin çiyê û tevlî refên gerîla bibin. "
Daxwazên gundiyan
Di raporê de, di roja 512'an de daxwazên gundî û jinên Roboskiyî weha hatin rêzkirin:
- Bila kiryarên komkujiyê werin ronîkirin û cezakirin
- Bila dewlet, AKP û cemaat êdî nebe gefek ji bo me
- Bila qedexeyên zozan û gundan bên rakirin, vegera gundan pêk werin
- Bila dest ji zexta cerdevanbûyînê bê berdan - cerdevan jî dest ji çekan berdin
- Bila erdên mayinkirî bên paqijkirin û lê çandî û xwedîkirina sewalan bê kirin
- Wesayeta leşkerî li ser erdên me bê rakirin (nuqteyên kontrolê, qereqol, kûleyên çavdêriyê)
- Heta komkujî were ronîkirin, bila ji rojevê neyê xistin
- Bila personelên li saziyên fermî yên li Roboskiyê dimînin, mîna mirovan tevbigerin
- Komkujî nikare ji pirsgirêka Kurd cihê were nirxandin. Emê pêvajoya çareseriya demokratîk ji Roboskiyê bi pêş ve bibin û bibin şopdarên wê
- Ji bo rêxistinbûyînê, divê raya giştî ya derve piştgiriyê bide
- Bila di dema serdanên li cihê komkujiyê de zext neyên kirin û li cihê bûyerê peykerekî bîranînê were çêkirin
- Bila sînor bên rakirin, malbatên me û erdên me bi sînoran tên perçekirin
Pêşniyarên meclîse
Di daxuyaniyê de her weha pêşniyarên meclîsên jinan ên KCD û HDK'ê jî weha hatin bilêvkirin:
- Divê komkujiya Roboskiyê weke yek ji komkujiyên ku di bin navê têkoşîna li dijî terorê de hatin kirin, bê dîtin û kujer bên cezakirin
- Bi pêşeniya komkujiya Roboskiyê hemû komkujî bên ronîkirin
- Binyatiya leşkerî û pêkanînên milîtarîst bên rawestandin
- Cerdevanî ji herêmê bê rakirin
- Erdên mayinkirî bên paqijkirin û ji karên çandinî û xwedîkirina sewalan bên vekirin
- Ji bo çareserkirina travmaya li herêmê, ji jin û zarokan re alîkariya psîkolojîk bê dayîn
- Dijwariya li dibistanan li zarokên ji ber bi zimanê xwe yê dayikê dipeyivin tên kirin, tavilê werin bidawîkirin
- Çêkirina bendan bên rawestandin
- Malbatên Roboskiyî bên rêxistinkirin û di bin sîwanê komeleyekê de li hev kom bibin
- Rêxistinên civakî yên sivîl piştigiriyê bidin vê pêvajoya komelbûyînê
- Qedexeyên li pêşiya nasnameya Kurd bên rakirin
- Pêvajoya çareseriya demokratîk, bi qanûnan bê ewlekirin
- Hemû astengiyên li pêşiya mafê perwerdeya zimanê dayikê, werin rakirin."