Serokê Giştî yê KADEP’ê Şerafettîn Elçî diyar kir ku serokê berê yê PSK’ê Kemal Bûrkay projeya dewletê ye û got; “Tu têkiliya Kemal Beg bi gel re tune. Ger projeya dewletê ye, nikare ji Kurdan teswîb bibîne, berovajiyê wê, hêrsê zêdetir dike. Ez bi xwe bi vê helwesta Kemal Beg êşiyam.  Dewletê wan hesabên xwe pir şaş kir. Tu eleqeya Kemal Beg bi gel re tune. Ez bi xwe bi vê helwesta Kemal Beg êşiyam, kêm be jî berê hin kesên ji wî hez dikirin hebûn. Lê… ez bêjin (Orhan) Mîroglû….demek beriya niha ji BDP’ê bibû namzed. Di sala 2007 de. An jî Kemal (Burkay)… ger weke wî gotiye PKK ji aliyê Ergenekonê ve hatibe avakirin, çima ew bi xwe çend caran çû Bekkayê û bi Ocalan re protokol îmze kir?"

ANF/STENBOL